Vedant Patel ji Rûdawê re: Hikûmeta Îraqê ji êrişan yekser hatiye agahdarkirin

05-02-2024
Diyar Kurde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got ku hikûmeta Bexdayê ji êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê yekser hatiye agahdarkirin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Ji bo tolhildana kuştina 3 serbazên Amerîkî, balafirên şer ên Amerîkayê, derengiya şeva înê êrişî baregehên Supaya Pasdaran a Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê li Îraq û Sûriyeyê kirin.

Patel derbarê van êrişan diyar kir ku cihên ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve yên li Îraqê hatine armanckirin "bi baldarî hatine destnîşankirin" û ji bo zerer negihejê binesaziyên sivîl tişta ji destê wan hatiye kirine.

Patel herwiha got ku hikûmeta Bexdayê piştî êrişan "yekser hatiye agahdarkirin".

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekê de amarên kuştî û birîndarên êrişa Amerîkayê ragihandibû.

Basim Ewadî destnîşan kiribû ku di êrişê de 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne ku sivîl jî di nav de hene û ziyan gihiştiye avahî û milkên xelkê.

Basim Ewadî herwiha red kiribû ku ew berî êrişê hatibine agahdarkirin û diyar kir ku Amerîkayê rastiyan berovajî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst