Facebookê hesabê kesê ku Quran şewitandibû girt

04-05-2019
RÛDAW
Nîşan Danimarka Quran Şewitandin Facebook Rasmus Paludan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora civakî ya înternetê Facebookê hesabê Serokê Stram Kursê Rasmus Paludan yê ku li Danîmarkayê Quran şewitandibû sekinandin.

 

Li gor medyaya Danîmarkî, Rasmus Paludan ji bo beşdarî hilbijartinê bibe dest bi komkirina îmzeyan kir û ji bo ku qasî têrê îmzeyan kom bike, li taxên lê Misliman dijîn Quran şewitand û îmzeyên xwe temam kir. 

 

Rasmus Paludan daxuyanî da medyaya Danîmarkayê diyar kir ku hesabê wî yê Facebookê dane sekinandin.

 

Paludan got ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyek derbarê  Mislimanan de dike parve kiriye hesabê wî hatiye sekinandin.

 

Direktorê Ragihandinê yê Nordikê yê Facebookê Peter Munster jî daxuyanî da medyaya Danîmarkayê û piştrast kir ku mijar rast e, rêgezên Facebookê ji bo her kesî wekhev in. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst