Bi vî awayî beşdariya Berlusconi di hilbijartinên Îtalyayê de hat rexnekirin

04-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îtalya Hilbijartin Silvio Berlusconi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Yekşemiyê hilbijartinên parlamentoya Îtalyayê birêve çûn û rapirsiyên dawî amaje bi serkevtina Hevpeymaniya Forza ya bi serokatiya Silvio Berlusconi dikin.

 

Îro zêdetir ji 50 miliyon kesan ji xelkê Îtalya çûne ser sindoqên dengdanê, daku parlamanto û hikumeteke nû hilbijêrin.Li gor rapirsiyên destpêkê, tê pêşbînîkirin ku partiyên rastgir ên Îtalyayê ku Hevpeymaniya Forza pêk anîne, piraniya kursiyên parlametoyê bidest bixin.

 

Ew hevpeymanî bi serokayetiya Sîlviyo Bêrliskonî serokwezîrê berê yê Îtalya ye û berî hilbijartinan di kampaniyeke tûnd li gel partiyên din de bû û silogana wî jî, " Berjewendiya Îtalya berî hemû tiştî ye"..

 

Silvio Berlusconi yê 81 salî, bi tometa fêlkirin li hikumetê û nedana bacê li ser kar û çalakiyên xwe yên bazirganî di sala 2013an de, bo dema 7 salan hatibû dûrxistin.

 

Li aliyekê din, beşdariya serokwezîrê berê ya Îtalyayê Silvio Berlusconi di hilbijartinan de hate protesto kirin.

 

Îro hilbijartinên Îtaliya birêveçûn û dema ku Berlusconi serokwezîrê berê yê wî welatî dixwest, beşdariyê di proseya dengdanê de bike, jineke ser bi rêxistina femen bi awayekî tazî beşdariya Berlusconi di dengdanê de protesto kir.

 

Piştî ku wê jinê çend deqeyan rê neda ku Silvio Berlusconî li hola dengdanê amade bibe ji aliyê hêzên ewlekariyê û polîsên parastina bingeha dengdanê ve hate dûrxistin.

 

Piştî bidawîhatina wê protestoyê serokwezîrê berê yê Îtaliyayê li bingeha dengdanê amade bû û beşdariya dengdanê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst