OPCW: Sûriyê destê xwe ji ser sêyeka çekên kîmyawî rakiriye

04-03-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rexistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) tekez kir ku Şamê destê xwe ji ser sêyeka çekên xwe yên kîmawî rakiriye.

Hevrêzkara Şanda Hevbeş ya OPCW û Netewên Yekbûyî ,ya taybet bi Sûriyê ,Sigrid Kaag ragihand ku Sûriyê dest ji sêyeka cebilxana xwe ya kîmawî berdaye.

herweha Kaag li ser rûpela xweya Twitterê got: “Hikûmeta Sûriyê bi xwe bi karê jinavbirina van karesetan yan veguhestina wan ji bo derveyî welat rabûye , û zelalkir ku ew sêyeka cebilxaneya wê ya kîmyawî bû.”

Hevrêzkara navnetewî, dupat kir ku pêwîste çekên Sûrya yên kîmyawî bêne jinav birin.

Her li gor lîsteya OPCW biryar pê dabû, gerek desthilata Sûryê di 5ê miha Sibata bûrî de hemû karesetên xwe yên kîmyawî bo derve radest bikra , lê ev yek jî tûşî pirsgirêkên girêdayî rewşa ewlehî hat.

Hikûmeta Sûriyê bi hêviye di 30 ê Hezîrana bê de ji cebilxana xwe ya kîmyawî  bi temamî xelas bibe li gor biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst