Belcîka 41 kamyonên alîkariyê ji Hêza Pêşmerge re dişîne

05-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr  (Rûdaw) – Belcîka derbarê alîkariyên bo Hêza Pêşmerge de biryarek giring da. Hikûmeta Belcîkayê ragihand, dê 41 kamyonên alîkarî bişîne Başûrê Kurdistanê û herwiha dê çend şêwirmendên leşkerî jî bo rahênana pêşmergeyan bişîne Almanya.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Belcîkayê biryar da, ku alîkariyên xwe yên bo Hêza Pêşmerge re zêdetir bike.

 

Dilawer Ajgeyî got, piştî gotûbêjên berfireh ligel rayedarên Hikûmeta Belcîkayê, wî welatî biryar da ku 41 kamyon alîkarî ji Hêza Pêşmerge re bişîne daku hêzên pêşmerge mifatê jê werbigrin.

 

Ajgeyî herwiha got, ew alîkarî pêwîstî û kelûpelên pizîşkî ne.

 

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê tekez kir: Jibilî şandina wan alîkariyan, Belcîkayê biryar daye ku çend şêwirmendên leşkerî jî bişîne Almanya daku li wir rahênanê bi hêzên pêşmerge bikin.

 

Belcîka yek ji welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de ye û 4 balafirên şer ên wî welatî di operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê de beşdar in. Herwiha Belcîka 120 leşkerên xwe bo beşdarbûn di şerê li dijî DAIŞê de li welatê Urdinê bicih kiriye.

 

Hevdem Wezareta Parastina Belcîkayê roja 28ê Sibat a 2015ê ragihand, li gor biryara hikûmetê, 35 leşker û rahênerên leşkerî dişîne bajarê Bexda yê paytexta Iraqê, ku 20 ji wan rahênerên leşkerî ne û 15 kes jî bo parastina wan hatine erkdarkirin.

 

Li Başûrê Kurdistanê ti leşkerên Belcîkayê nehatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst