Alîgirên DAIŞê Berlîn kiribûn armanca xwe

04-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Îro serê sibehê di operasyonên hevdem yên li sê eyaletên Almanyayê de, sê îslamîst hatin binçavkirin ku li gor dozgeriya alman plana êrişeke mezin aa terorîstî li Berlînê dikirin. Yek ji wan kesan berê li Sûriyê di nav DAIŞê de maye û niha weke koçber li Almanyayê ye.

Bi sedan polîs û tîmên taybet li eyaletên Berlîn, Nordrhein-Westfalen û Niedersachsen tevlî operasyonê bûn.

Li Berlînê bi 450 polîsan operasyon pêk hat û lêgerîn di çar mal û du şîrketan de pêk hatin.

Li gor polîsên Berlînê, hejmarek telefonên destan û kompûter hatine destederkirin û armanca operasyonê çar kesên Cezayîrî  bûn, ku hemû “bi endametiya DAIŞê û plankirina êrişeke giran“ tên tometbarkirin.

Weke ku diyar bû, tometbarê sereke, kesekî cezayîrî yê 35 salî, ligel hevjîna wî di kampeke koçberan de li eyaleta Nordrhein-Westfalen hatiye binçavkirn.

 

Ew DAIŞî payîza 2015ê bi pasporteke sexte bi rêya Yewnanistanê derbasî Ewropayê bûye û li eyaleta Bayern li başûrê Almanyayê xwe weke penaxwazekî sûrî tomar kiribû.

 

Li gor agahiyên polîsên alman, ev kesê Cezayîrî yê 35 salî ku weke serokê komê tê hesabkirin, li welatê wî Cezayîr jî bi tometbariya endametiya DAIŞê tê lêgerîn.

Ew demekê li Sûriyê maye û perwerdeya leşkerî jî wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst