Amerîkayê li ser mûşekên balistîk hişyarî da Îranê

04-01-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Mûşekên balisîtk Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyê dide Îranê û radigihîne ku Îran hêj jî mûşekên balistîkî diceribîne.

 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye, ku Îran dixwaze di nava çend mehên bê de 3 mûşekan bişîne valahiya esman û ev yek jî binpêkirina biryara 2231 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve ye.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye, ku li gor biryar 2231 a Encûmena Asayişa Navdewletî nabe ku Îran bi ti awayî mûşekên balistîkî biceribîne, bi taybetî jî mûşekên ku serikên wan ên etomî hene.

 

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, di wan mûşekên ku Îran dişîne valatiya esman de heman ew teknolojî hatiye bikaranîn ku di mûşekên balistîkî de bi kar tîne û eger ew mûşek 10 hezar kîlometreyan derbas bikin, wê demê dikarin xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî.

 

Amerîka dibêje, tevî ku divê bernameya etomî ya Îranê were rawestandin û çavdêriyeke tund li ser çalakiyên wê yên niha hebe, divê bernameya mûşekî ya Îranê jî bikeve bin çavdêriyê û Tehran dest ji çêkirin û ceribandina mûşekên balistîk berde.

 

Amerîka bernameya mûşekî ya Îranê weke yek ji sedemên derketina ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê daye nîşandan û daxwaza destpêkirina gotûbêjan li ser bernameya mûşekî ya wî welatî dike.

 

Îran wê yekê red dike û dibêje, rêkevtina etomî bernameya mûşekî ya wî welatî li xwe nagire û ew ne amade ne, bi ti awayekê li ser wê mijarê danûstandinê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst