Kerry li Qahîre ye

03-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bi serdanekê hate Misrê û wê îro serdana Erebistana Siûdî bike û ligel Şah Ebdulah Bin Ebdulezîz bicive.

Ev civîn di demekê de ye ku di vê dema dawî de têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Amerîka de sar bûne, bi taybet piştî ku Siûdiyê endamtiya di Konseya Ewlekariyê de qebûl nekir.

Di civînên ligel rayedarên Şahnişînê de, Kerry dê rewşa herêmê û têkiliyên her du welatan û bi taybetî dosyayên Sûriyê û Îranê guftûgo bike.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jennifer Psaki ragihand ku Kerry dê li ser wê yekê tekez bike ku têkiliyên di navbera Amerîka û Siûdiyê de stratejîk in û ewê bi hev re li hember tehedayên hevbeş rawestin.

Helwesta Amerîka derbarê kirîza Sûriyê û Îranê de bubû cihê dilgiraniya Erebistana Siûdî û Serokê Îstixbarata Siûdiyê gotibû ku welatê wî dê li têkiliyên xwe ligel Amerîka vegere.

Wezîrê Derve yê Amerîka wê 9 rojan li welatên Rojhilata Navîn, Ewropa Rojhilat û Bakurê Afrîqayê bigere.

Kerry wê di gera xwe de, Urdun, Îmarata Erebî, Cezayir û Mexirbê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst