Gelo Angela Merkel ji kuçikan hez dike?

03-10-2015
RÛDAW
A+ A-


Berlîn (Rûdaw)- Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ku niha temenê 61 sal e, ji bilî karê siyasî, ji aliyê rengê cilûbergên xwe bala xelkê dikşîne. Bi boneya 25 saliya yekgirtina herdu beşê Almanya (Rojhilat û rojava), kovara Suddeutsche zeitung hevpeyvînek taybet derbarê jiyana taybet a Merkel ligel şêwirmenda Almanya pêk aniye.



Merkel dema biçûk bû

Angela Merkel, li gorî helkeft û merasîman, carna jî li gorî dilê xwe rengê cilên xwe hildibijêre. Hal û rewşa mervê xwe, ji dayika xwe dipirse.

Merkel di bersiva pirsekê de derbarê hejmara cilên wê de, dibêje: “Bi ti awayî ez nizanim çend cilên min hene.”

Herwiha derbarê hilbijartina rengê cilên xwe jî wiha got: “Carna ji ber hin bon û helkeft ez neçar dimînim ku rengê tarî li xwe bikim, ji ber ku ji min re dibêjin ew cihê ku ezê lê rawestim, pişta wê spî ye. Carna jî ez bi dilê xwe rengan hildibijêrim. Gelek caran dema min bo hilbijartina rengan tune ye.”




Dayika Merkel, Hîrlînda Kasner, ku temenê wê 86 sal e, pir giringiyê dide jiyana xwe, lê gelek caran dema keça wê tune ye ku wê bibîne.

Derbarê vê yekê de Merkel wiha got: “Berdewam em bi hev re diaxivin, lê em kêm hev dibînin. Dayika min bi rêya telefonê behsa siyasetê nake, behsa meriv û dost û xelkê me dike, da ku ez ji merivên xwe dûr nekevim.”



Dayika Merkel

Hevjînê Merkel, Yuxîm Zwar (66 salî), di serdana dawî ya Merkel bo Amerîka li ser ragihandinê derket, derbarê wan serdanên ku hevjînê wê ligel wê dibe, Merkel wiha dibêje: “Gelek caran ji min dipirsin, kî biryarê dide ku ti hevjînê xwe ligel xwe bibe, ez dibêjim, hevjînê min wê biryarê dide.”




Angela Merkel, wêneyekê wê yê navdar ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin heye, ku sala 2007an hatiye girtin, ku kuçikê Putin tê de derdikeve, Merkel dibêje: “Ez ji kuçikan natirsim, lê ez ji wan hez nakim.”

Derbarê kuçikê Putin jî, wiha got: “Tevî ku Putin dizanîbû ez hez nakim ew kuçikê xwe bîne hevdîtinê, lê bi xwe re anîbû, lê min li wir hewl da ku pir aza li Putin binerim, ne li kuçik binerim.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst