
Li Moskowê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê civiya, herdû berpirsan tekezî li ser çareserkirin krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254ê kirin, herwiha Lavrov tekezî li ser daxwaza Antonio Guteres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir, ku divê welatên rojava cezayan li ser Sûriyê rakin.
Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsya diyar dike, “Bê guman divê rewşa mirovî li Sûriyê bala me bikişîne, çend dosyeyên metirsîdar lixwe digire ku Coronayê ew dijwartir kirine. Em bi awayekî ciddî piştîvaniya daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo rakirina cezayên tekalî jiber bahorê dikin, lê mixabin ku hevbeşên me yên rojavayî ev yek piştguh kirine.”
Ji aliyê xwe ve, Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê razîbûna xwe li ser rola Rûsyayê bo pêşxistina proseya siyasî li Sûriyê li gor biryara bavdewletî 2254 û di nav de jî piştîvanîkirina karê komîteya destûrî li Genevê anî ziman.
Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê dibêje, “Zor sipas Wezîrê Derve Lavrov, wek herdemî, ez glekî kêfxweş im ku li Moskowê me, bi rastî ez dixwaz im sipasiya Rûsyayê bo asankirin karê Neteweyên Yekbûyî bikim, bi taybetî cîbicîkirina biryara Civata Ewlekariyê hijmar 2254, û herwiha piştîvanîkirina karê ku em pêradibin ê girêdayî komîteya destûrî, bi baweriya min tişta ku min dît, ez dikarim bibêjim hinek rêz di navbera aliyên civînê de hebû, divê em zelal bin, ev yek jî girîng e.”
Ev di demekê de ye, li gor pisporên Rûsî, ku Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê bi qesd mêvandariya şandeke Meclisa Sûriyeya Demokrat MSDê kir, daku peyaman ji Enqre û Washingtonê re bişîne, ev yek jî di çarçoveya xebata serkiridayetiya Rûsyayê de ye bo sivikkirina aloziyê di navbera Tirkiyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, ku Rûsya dixwaze rola navbênkar di pirosesa gotûbêjan de bilîze, daku aramiyê li bakurê Sûriyê bicîh bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse