Li Moskowê konfransek bo kurdên diyasporayê tê lidarxistin

03-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûsya Moskow Kurdên Êzidî Kurdên diyaspora Konfrans
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Li Moskow a paytexta Rûsyayê konfransek jibo kurdên Yekîtiya Sovyet a berê û kurdên diyasporayê tê encamdan. Armanca konfransê jî yekxistina hemû wan kurdan e ku li derveyî Kurdistanê nîştecih in.

 

Biryar e li Moskowê konfransek bo kurdên Yekîtiya Soviyet a berê were lidarxistin. Konfrans ji aliyê Kurdên Êzidî yên Yekîtiya Soviyet a berê tê organîzekirin. Herwiha çend kes û alî jî ji Başûrê Kurdistanê bo lidaxistina wê konfransê alîkarî dane organîzatorên wê û ji Başûrê Kurdistanê jî çend kesatî û alî têde beşdar dibin û dê gotaran bidin.

 

Herwiha kurdên diyaspora û çend mêvan ji parçeyên din ên Kurdistanê û herwiha ji welatên din ên cîhanê ve beşdarî di konfransa kurdan a li Moskowê de dikin.

 

Li gorî agahiyan, biryar e zêdetir ji 100 kesatiyên Kurd tevlî wê konfransa kurdî ya li Moskowê bibin. Armanc ji sazkirina konfransê jî, yekgirtina navbera wan kurdan e ku li derveyî Kurdistanê dijîn.

 

Serokê Desteya Amadekar a Konfransê, Yurî Nebiyev derbarê konfransê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Em fikra xwe û nêrîna xwe li ser rola diyasporayê di dema nû de, dê li ser biaxivin û hinek helbet pêşniyarên me jî dê hebin. Emê li ser wan tiştan bisekinin. Ev konfrans seba çi tê kirin, me armancek daye pêşiya xwe, em dê diyasporaya kurdî rêz bikin û xurt bikin.”

 

Organîzatorên vê konfransê amaje bi wê yekê dikin, ku hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin û ew çaverê dikin, ku ew konfrans berhemên baş bide.

 

Karmendê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskowê û hevkarê rêkxerên konfransa kurdan li vî bajarî, Daner Mistefa jî ji Rûdawê re dibêje: “Kurdên piraniya parçeyên Kurdistanê û yên welatên Yekîtiya Ewropa  û welatên Yekîtiya Soviyet a berê  berê xwe didin Moskowê, bo vê mebestê û bi coşeke mezin ve li benda wê rojê dikin, ku ev konfrans were encamdan, bi mebesta ragihandin û diristkirina diyasporaya kurdî li cîhanê. Ya ku gelek bûye cihê gotûbêjê û axavtinê di navbera kurdên Soviyetê, xwandina peyama cenabê Mesûd Barzanî di wê konfransê de ye. Ev yek germûguriyeke zêde bexşiye kurdên Soviyetê.”

 

Piştî wê konfransê, biryar e di 25ê Îlona îsal de li Belcîkayê jî konfranseke bi heman awayî jibo kurdên nîştecihê Ewropayê bihê lidarxistin. Piştre dê bi awayekl hevbeş kar li ser berhem û encamên her du konfransan bihê kirin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst