Kremlin: Me hewldaneke terorkirina Putin têkşikand

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Moskow dibêje, wan du dronên Ukraynayê xistine xwarê ku bi armanca terorkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê Kremlînê kirin.

Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê Kremlînê di daxuyaniyekê de ragihand, îstixbarata Rûsyayê û artêşa wê şeva borî her du dron li esmanê Kremlînê teqandine û tekez kir ku di êrîşê de tiştek bi Vladimir Putin nehatiye.

Kremlînê Ukrayna ji êrîşê tohmetbar kir û got, “Rûsya xwe mafdar dibîne ku di dem û cîhê guncav de bersivê bide.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rûsyayê, şeva borî 2 firokeyên bê firokevan êrîşî Kremlînê kirine lê di dema êrîşê de Vladimir Putin ne li ofîsa xwe bûye û Pûtîn ji ber êrîşê bernameya xwe neguhertiye û dê li ser bernameya xwe berdewam bike.

Nûçegîhanê Rûdawê Kamîz Şedadî jî ji nêzîkî Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê ragihand ku Putin di dema êrîşê de ne li Kremlinê bûye.

Zêdetirî salekê di ser êrîşa Rûsyayê Ukraynayê re derbas bû û li gor medyaya Brîtanyayê, niha ji sedî 17ê axa Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Di dema şer û pevçûnan de, gelek caran bi mûşek, firokeyên bê firokevan û bombên demî li deverên curbicur ên Rûsyayê, bi taybetî li navçeyên sînorî êrîş hatine kirin lê Ukraynayê berpirsyariya piraniya êrîşan red kir.

Di êrîşeke dronî de îro Çarşemê depoyeke petrolê li nêzîkî gundê Volna ya Deryaya Reş hat teqandin ku tenê 10 kîlometreyan dûrî Pira Kerçê ye ku ji aliyê Vladimir Putin ve ji bo girêdana Rûsyayê bi Kirimê ve hatiye çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst