Galeriya wêneyan

02-12-2022
25 Photos

Nêzîkî 6 hezar koçber li kampên koçberan ên li Sirbistanê ku welatekî Balkanê ye, dimînin. Hejmarek ji wan koçberan li ser sînor hewil didin derbasî Romanyayê bibin û paşê biçin Macaristanê û ji wê derê ve ber bi welatên din ên Ewropayê ve biçin.

Koçber navê “kampa wêran” li kampeke koçberan a li Sirbistanê  kirine ku dikeve ser sînorê navbera Romanya, Macaristan û  Sirbistanê, ji ber ku ti xizmetguzariyek lê nîne û rewşa koçberan li wir pir xirab e. Ew kamp bi qasî du demjimêran ji Belgrad a paytexta Sirbistanê ve dûr e, herwiha nêzî 45 xûlekan ji bajarê Sabotîka ve dûr e, ku welatiyên Iraqî û Sûrî lê dimînin.

Koçberên di wê kampê de hewil didin derbasî Romanyayê bibin, ji ber Macaristanê sînorê xwe bi têlan girtiye.

 

Wêne: Ayhan Çetîn / Rûdaw