Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo sûdwergirtinê ji ezmûna welatê Mekadonya di warê sîstema nenavendî de, şandeke hevbeş ji Komîteya Destûrî ya Sûrî û Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê seredana wî welatê firenetewe kir.
Di seredana xwe de, şanda hevbeş li ser çend şarederiyên wî welatî ji pêkhateyên cuda geriya û guh li berpirsên wan şarederiya girtin da ku sûd ji ezmûna wan bê wergirtin.
Di semînarekê de derbarê ezmûna Mekadonya û egerên sûdgirtinê ji bo destûra nû ya Sûriyê endamên şandê û mêvandarên wê nêrînên xwe pevguhertin.
Derbarê daxwazên Kurd di destûra Sûriyê de, cîgirê berê yê Wezîrê Derve yê Mekadonya diyar kir ku damezirandina partiyên siyasî li ser bingeha êtnî û navçeyî tiştekî rewa ye.
Cîgirê berê yê wezîrê Derve yê Mekadonya Muhemed Halîlî got: “Ez nizanim bi şêweyekî diyarkirî daxwazên Kurdan di destûra dahatî ya Sûriyê de çin e, lê dixwzim bibêjim ku damezirandina partiyên siyasî li ser bingeka etnî li Mekadonya bi şêweyekî pir baş hatiye çalakkirin, û bi heman şêweyî jî li Belcîkajî hatine damezirandin, li beljîka partiyên siyasî li ser bingeha neteweyî yan navçeyî hatine damezirandin.”
Endama Komîteya Destûrî û Endama Şandê Hind Qebewat derbarê zimanê Kurdî got, ji mafê Kurd û pêkhateyên din e ku bi zimanê xwe biaxivin.
Endama Komîteya Destûrî Hind Qebewat dibêje: “Derbarê zimanan de, wek em dizanin her mirovek bi zimanekî ye, û eger zarokên me fêrî zimanan bûn, di nav de jî Kurdî, Erebî û Siryanî, ev tiştekî pir baş e, û pir girîng e ji bo nifşê nû da ku bikaribe dozên xelkên din nas bike. Ji bo min wek kes, û bawer dikim pir xelk wek min hene, qet red nakim ku ew fêrî zimanên xwe bibin, û çiqas em fêrî zimanên wanên din bibin ku di nav civakê de ne, em dikarin bêhtir ji wan bigihêjin. Çima dê ne ji mafê Kurd be ku bi zimanê Kurdî biaxive? Bila bi Kurdî biaxive û bi Erebî û Siryanî jî. Bi vî şêweyî civaka me dê li ser hev vekirî be û em ê hev bêhtir nas bikin.”
Şanda ku 5 rojan li Mekadonya mabû, ji bilî seredana sazî û encûmen û şareseriyên xwecihî, ligel parlemanterên wî welatî jî civiyabûn û bi kûrahî li ser ezmûna wî welatê firetetewe rawestiya bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse