FLAŞ - Amerîka: Em li operasyonên Tirkiyeyê nerazî ne

03-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes ragihand, Washingotn li hember êrişên Tirkiyeyê bo ser navçeyên Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên kurd dilgiran e.

 

Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes îro mêvandariya hejmarek rojnamevanan kir.

 

Di vê civînê de, Stevart Johnes di bersiva pirsyara peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê ya derbarê bombebaranên Tirkiyeyê bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şehîdbûna welatiyên kurd li Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Wek Amerîkayê em li hember şehîdbûna hevniştîmaniyên kurd û encamdana êrişên Tirkiyeyê bo ser navçeyên Herêma Kurdistanê dilgiran in.”

 

Johnes herwiha kuştina 2 polîsên Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve şermezar kir û bi karekî terorîstî bi nav kir û tekez kir, ku ji mafê Enqerê ye berevaniyê li xwe bike.

 

Stevart Johnes herwiha ragihand: “Amerîka li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê bi rêya hikûmeta navendî ya Iraqê berdewam dibe.”

 

 Johnes serdana Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter bo Kurdistanê jî bi serdaneke erênî bi nav kir.

 

Balyozê Amerîkayê ew yek jî red kir, ku piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji Iraqê, Washington piştevaniya avakirina herêmekê bo sunniyan bike. Stevart Johnes got: “Amerîka piştgîrî li paratsina yekparçeyiya axa Iraqê dike.”

 

Johnes aşkere jî kir, Amerîkayê bi rêya Sinduqa Navdewletî ya Pere, 8 milyon dolar bo avedankirina navçeyên kontrolkirî daye Hikûmeta Iraqê.

 

Balyozê Amerîka li Bexdayê daxuyaniya xwe wiha domand:

 

“Amerîka li binkeya leşkerî ya Hebaniyeyê, rahênan bi 1 hezar çekdarên Iraqê kiriye û perwerdekirina wan dawî pê hatiye. Herwiha Amerîka dê berdewam be li ser şandina balafirên şer ên ji curê F 16 li gor rêkevtina navbera Iraq û Amerîkayê.”

 

Derbarê şandina balafirên F 16 ji Iraqê re jî Stevart Johnes got, ew balafir bo parastina axa Iraqê û bo parastina hemû pêkhateyên Iraqê ne. Johnes ew yek jî red kir, ku ew F 16 ên ku Washingtonê dane Iraqê, ji wan F 16an cuda bin ku wan dane welatên din.

 

Balyozê Amerîka yê li Bexdayê amaje bi wê yekê jî kir, balafirên şer ên Iraqê heta niha 3 hezra carî êrişî çekdarên DAIŞê li Iraqê kirine û di encam de 15 hezar çekdarên DAIŞê kuştine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst