“BizMî”: Ajeleke nû ji Bizin û Miyê

02-08-2014
RÛDAW
Ajela nû
Ajela nû
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- BizMî ajelek bû ku maka wê mî û bavê wê jî bizinek bejinkurt bû.

 

Ew ajêla sosret li baxçê heywanat yê bajarê Scottsdale yê eyaleta Arîzona ya Amerîkayê yekşema borî ji dayik bibû û ji aliyê xwediyê xwe ve wekî surprîzek mezin dihat dîtin.

 

Xwediya bizmîyê Priscillia Motola got ku 3 zarokên wê di roja yekşema borî de çûne xwarinê bide ajelan û kurê wê guman kiriye ku ev ajela nuh hatiye dinê bizin e lê piştre fahm kirine ku ew ajela tiştekî cûda ye.

 

Motolo got: “ Me bawer nedikir ku maka bizmiyê avis be lê em difikirîn ku ji ber xwarinê wisa lê hatiye.” Ji ber xetxetên li ser lingên wê û boçika wê ya kurt navê bizmiyê kirin Pepûle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst