Rûsiya revandina kurdan ji aliyê çekdarên îslamî ve şermezar kir

02-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Rûsiya êrişên ku grûpên çekdarên îslamî yên radîkal li dijî welatiyên kurd li gundên Til Eren û Til Hasilê yên li başûrê Helebê pêk tînin, şermezar kir.

Rêvebera ragihandina Wezareta Derve ya Rûsiya Marya Zaxarova di daxuyaniyekê de got, çekdarên Cebhet Elnusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê nêzîkî 200 welatiyên kurd yên sivîl li gundên Til Eren û Til Hasilê revandine.

Zaxarova diyar kir ku divê hikûmeta Sûriyê û opozîsyon jî di kongra Cenev 2 de soz bidin ku hemû rêxistinên teroristî û radîkal yên girêdayî rêxistina Elqaîde ji Sûriyê derxînin.

Wezareta Derve ya Rûsiya bal kişand ku, hêzên hikûmeta Sûriyê serkeftinan li bajarê Himsê û li nêzîk Şamê bi ser şervanên opozîsyonê bi dest dixe û şervan jî êrişî kurdan dike bi armanca parçekirina Sûriyê li ser bingiheke etnîkî û tayifî.

Wezaretê tekez kir ku hevpeymaniya opozîsyonê û Artêşa Azad jî bersiva bangên serkirdeyên kurdan li Sûriyê nedane ji bo jinavbirina grûpên radîkal.

Wezareta Derve ya Rûsya aşkere kir ku hinek grûpên Artêşa Azad di kêleka grûpên radîkal de şerê kurdan dikin.


Wezareta derve ya Rûsiya beriya niha jî êriş û hovîtiya çekdarên îslamî yên radîkal li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst