Guhê rojnamevanekî jêkirin!

02-06-2017
RÛDAW
Nîşan Rojnamevan Meksîk New York erk kuştin jêkirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Komeleya Parastina Rojnamevanan a li New Yorkê ragihand, li Meksîkê eyaleta Quintana Roo li dijî rojnamevanekî êrîş hatiye kirin.

 

Komeleya Parastina Rojnamevanan di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, di êrîşê de ji bo ku rojnamevanê bi navê Carlos Barrios bitirsînin, beşek ji guhê rojnamevan jêkirine.

 

Li Meksîkê ji ber ku di 3 mehên dawî de 5 rojnamevan hatine kuştin, Serokê Meksîkê Enrique Pena Nieto meha bihurî bi navê “azadiya ramanan û çalakiya parastina azadîxwazên ramanan û rojnamevanan” ji bo civîna bilez, kabîneya ewlehiyê û parêzgarên wî welatî vexwendibû civînê.

 

Meksîk ji aliyê rojnamevanan ve ji welatên herî xeternak tê hesibandin.

 

Li gor amarên Komeleya Parastina Rojnamevanan, li Meksîkê ji sala 1992an heta niha, herî kêm 40 rojnamevan, dema ku li ser peywira xwe bûn, jiyana xwe ji dest dane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst