Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Martin Schulz ragihand ji bo zêdetir çekan bidin pêşmerge dê piştgiryê bikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re diyar kir, di civîna ligel Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Martin Schulz pêkanîn de Schulz gotiyê ewê ji bo zêdetir çekan bidin pêşmerge dê piştgiryê bikin.
Dilawer Ajgeyî destnîşan kir, Martin Schulz ji bo dayîka 3 şehîdan Eyşe jî wiha gotiyê: “Ji bo min şanaziyeke min jineke wiha dilfireh û leheng naskir. Ez çi qasî behsa mezinahiya wê bikim dê kêm be. Tu nûnerê tevahiya şehîdên Kurdistanê yî. Ez êşa we fêm dikim û ezê bi hemû awayî piştgiriya we bikim.”
Ajgeyî da zanîn ew ji bo kiryarên li kurdên êzidî hatî kirin hewl didin wek nijadkujiyê were qebulkirin û got, Serokê Parlamentoya Ewrûpayê sozaji bo pêşmerge alîkariyên leşkerî û aborî da.
Dayîka 3 şehîdan, keça kurda êzidî ya bi navê Dilyar ku ji destê DAIŞê rizgar bibû û Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Daxil jî beşdarî hevdîtinên ligel Parlamentoya Ewrûpayê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse