Kurdên li Swîsreyê di kampa Komeleya Mala Kurdan de hatin ba hev

02-03-2025
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Komeleya Mala Kurdan Swîsre Kamp Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mala Kurdan a Swîsreyê salê du caran kampên havîn û zivistanê saz dike û Kurdên li wî welatî li hev dicivîne.

Kampa Zivistanê ya Komeleya Mala Kurdan li bajarê Baselê yê welatê Swîsreyê hat lidarxistin.

Îsal dîsa kampeke di atmosfereke Kurdewarî de hat lidarxistin.

Di kampa 2 rojî ya zivistanê de gelek panel û semînerên derbarê rûdanên li çar parçeyên Kurdistanê hatin sazkirin.

“Em li ser Kurd û Kurdistanê diaxivin”

Endamê Birêveberiya Komeleya Mala Kurdan a Swîsreyê Hesen Parlak ji Rûdawê re got:

“Li Swîsreyê li 5 kantonan cihê me heye. Li Lozan, Cenevre, Bern, Zurich û Aargauyê heye.

Em li vê derê salê du caran kampê ava dikin û gelê me yê Kurd tê vê derê. Em li vê derê hevdû nas dikin û konferansan saz dikin.

Zarokên me dilîzin û em bêhna xwe vedidin. Weke betlaneyekê ye û em li ser Kurd û Kurdistanê, welatê xwe diaxivin.”

Di çarçoveya kampê de lîstikên zarokan hatin lidarxistin, pêşbazî hatin kirin û govend hat gerandin.

Helbet xwarinên Kurdî jî ji kampê kêm nebûn.

Serokê Komeleya Mala Kurdan bang li Kurdan kir ku piştgiriya kampanyaya meha Remazanê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin.

“Fitarek Ji Bo Rojava”

Serokê Komeleya Mala Kurdan a Swîsreyê Rifat Altan wiha axivî:

“Komeleya Mala Kurdan li ser çand û perwerdeyê çalakiyan dike.

Lê weke hûn dizanin li Rojavayê Kurdistanê şer heye û em car caran ji bo wan kampanyayên alîkariyê dikin û ji wan re dişînin.

Pêşiya me jî meha Remezanê ye. Me bi navê ‘Fitarek Ji Bo Rojava’ kampanyayek daye destpêkirin.

Em dê paketên xwarinê amade bikin û fitaran bidin.”

Di çarçoveya festîvalê de şevbuhêrk hatin lidarxistin û çîrok û kilam hatin gotin û helbest hatin xwendin.

Hunermend Husên Celalî jî bi stran û konserên xwe kampa Kurdên Swisreyê geş û şên kir.

Komeleya Mala Kurdan sala 2022yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê hinek Kurdên Bakurê Kurdistanêve hat avakirin.

Komeleya Mala Kurdan bi taybetî ji bo Kurdên li Diyasporayê xizmetên fêrkirina zimanê Kurdî û çand û hunerê pêşkêş dike.

Komele her wiha piştgiriya xwendekarên Kurd jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst