Bi çeka parlamenterekî gule li kesekî hatin reşandin

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îtalya Emanuele Pozzolo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi çeka parlamenterê Partiya Birayên Îtalyayê Emanuele Pozzolo, di şahiya sersalê de gule li kesekî hatin reaşandin.

Di encama bûyerê de kesekî 31 salî ji lingê xwe birîndar bû.

Parlamanterê Partiya Birayên Îtalyayê Emanuele Pozzolo îdia kir ku ne wî gule reşandine.

Li gorî çapemeniya Îtalyayê, Pozzolo li hemberî lêpirsînê parêzbendiya xwe bi kar aniye.

Seroka Partiya Demokrat a Navendî ya Îtalyayê Elly Schleinê jî ji bo ku tiştê pêwîst bike bangî Serokwezîra Îtalyayê Georgia Meloniyê kir ku Pozzolo ji partiya wê ye.

Serdozgerên herêmê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

“Bi şaşîtî çêbû”

Pozzolo derbarê bûyerê got,“Bi şaşitî gule hatin reşandin lê yê ku gule reşandine ne ez bûm.”

Partiya Pozzolo jî daxuyaniyek parve kir û got:

“Ti pêwenidya bûyerê bi siyasetê re nîne. Eger Pozzolo tiştekî neyê xwestin kiribe jî çi pêwîst be dê were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst