Galeriya wêneyan

01-12-2023
51 Photos
Bilind T. Abdullah

Hejmareke zêde ya stêrkên cîhanê beşdarî 3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor a ku li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê tê lidarxistin bûn.

Lîstikvanên navdar ên ku li ser xalîçeya sor meşiyan rastî eleqeyek mezin hatin.

Wênegirê Rûdawê Bilind Tahir Abdullah, wêneyên navdarên cîhanê yên ku li ser xalîçeya sor meşiyan girt.

Ji xeynî Cideyê li gelek bajarên din ên Erebistana Siûdiyê jî di çarçoveya 3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Deryaya Sor de çalakî tên lidarxistin.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Deryaya Sor a ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kir, dê 9ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tîmeke mezin festîvalê dişopîne.