Opozisyona Sûdanê: Niyeta Encûmena Leşkerî nîne desthilatê radest bike

01-05-2019
RÛDAW
Xwepêşandan û aloziyên li Sûdanê hêj berdewam in.
Xwepêşandan û aloziyên li Sûdanê hêj berdewam in.
Nîşan Sûdan Encûmena Leşkerî Xwepêşandan Opozisyona Sûdanê Mihemed Esam
A+ A-

Xertûm (Rûdaw) - Endamekî şanda danûstandinê ya Opozisyona Sûdanê ragihand ku nêta Encûmena Leşkerî nîne desthilatê radest bike û her diçe desthilata wan berfirehtir dibe.

 

Endamê Şanda Danûstandinê ya Opozisyona Sûdanê Mihemed Esam di civîneke çapemeniyê de got: “Em hemû alî hest dikin ku Encîmena Veguhêz a Leşkerî heta niha di guhertina desthilatê bo desthilateke sivîl de ne ciddî ye.”

 

Endamê Şanda Danûstandinê ya Opozisyona Sûdanê da zanîn ku tişta niha Encûmena Leşkerî dike, berovajiya wan karan e ku destpêkê gotibûn û her diçe desthilata wan berfirehtir dibe.

 

Mihemed Esam diyar kir: “Em hemû alî hest dikin ku Encîmena Veguhêz a Leşkerî heta niha ne ciddî ye di guhertina desthilatê de bo desthilateke sivîl. Ligel wêya ku dema Encûmena Leşkerî hat ser desthilatê, ragihand ku hatiye ser desthilatê bo cîbicîhkirina daxwazên gel û herwiha piştrastkirin ku desthilatê di nêzîktirîn derfet de radestî sivîlan dike. Lê niha dem derbas dibe û desthilata Encûmena Leşkerî berfirehtir dibe, ev jî bo şoreşa Sûdanê gelekî metirsîdar e.”

 

Piştî berfirehbûna xwepêşandanên nerazîbûnê li Sûdanê, Artêşa Sûdanê di roja 11ê Nîsanê de dest danî ser rêveberiya wî welatî û Serokomarê Sûdanê Omer el Beşîr hat neçarkirin ku dest ji kar berde. 

 

Piştre artêşê, ji bo aramkirina rewşê, Encûmena Serbazî ya Veguhêz ava kir, lê belê xelkê nerazî yên Sûdanê li ser xwepêşandanên xwe berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst