Ciwanekî Kurd bû endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê

01-02-2024
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Ata Aktaş Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd wek endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hat hilbijartin.

Ciwanê Kurd Bîlal Ata Aktaş li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew wekî endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hatiye hilbijartin.

Bîlal Ata Aktaş di parvekirina xwe de anî ziman:

“Tevî destpêka vê sala nû dixwazim derheqê xwe de agahîyeke girîng bidime we. Ji bo du salan, tevî 100 kesên din, wekî endamê Konseya Ciwanan a Şaredariya Parîsê hatim hilbijartin.

Bo min cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Di van du salên pêş de, li gel xebatkar û biryarderên bajêr, ez ê bişêm bêhtir bala xwe bidim kêşe û gelemşeyên Parîsê û çi çûk û çivîk û çi nebat û beşer, ji bo baş û qencîya hemû niştecihên vî bajarî bixebitim.”

Bîlal Ata Aktaş her wiha da zanîn:

“Bi serokatiya şaredara Parîsê Anna Hidalgo û bi berpirsyarîya Berpirsa Karên Ciwanî û Cigîra Saredara Parîsê Hélène Bidard, em ê bi awayekî periyodik bicivin û ligel nûnerên civaka sîvil, gelê Parîsê û rayedarên sîyasî danûstandinê bikin.

Endamên Konseyê herwiha dikarin bo navçeyên bajêr wekî nûner bên hilbijartin. Derheqê vêya de jî bawer im dê xeberên xweş bên.”

Ciwanê Kurd di parvekirina xwe de herî dawî hêvî kir ku ev berpirsyarîya taybet bikare qencî û xweşiyê li jiyana hin kesan zêde bike û rê li ber macerayên nû veke.

Bîlal Ata Aktaş kî ye?

Bîlal Ata Aktaş ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ye û 17ê Hezîrana 1993yan ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Panthéon-Sorbonne ya Parîsê mastera Zanistên Civakî (Dîrok) qedand.

Ew niha birêveberê beşa Kurdî ya rojnameya Le Monde Diplomatique ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst