Encamên dawî yên Maratona Hewlêrê ya Navdewletî

30-10-2015
RÛDAW
Maratona Hewlêrê
Maratona Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê Çaremîn Maratona Hewlêrê ya Navdewletî bi beşdariya 5 hezar kes ji 28 welatên cîhanê birêve diçe.

Marasona Hewlêrê ya Navdewletî 3 ast in: Asta yekem: 5 km. Asta Duyem: 10 km. Asta sêyem: 21 km.





Asta yekem: 5 km

Asta 5 km ya Maratona Hewlêrê ya Navdewletî bi dawî hat beşdariyekî ereb bi navê Ehmed Read ji tîma Çeyiş a Iraqê, bi 21 xulekan asta yekem bi dest anî.



Ehmed Read

Di nava keçan de, keçeke kurd ji bajarê Hewlêrê bi navê Jîle Mihemed pileya yekem di dest anî û ji Rûdawê re ragihand: “Ev 2 meh in ku ez di bin serperiştiya mamosteyekî pspor de me. Pir dilxweş im ku wel keçeke bajarê Hewlêrê yekem derketim.”



Jîle Mihemed

Herwiha di nava pîran de, kalekî kurd bi navê Ekrem Mihemed (80 sal) pileya yekem bi dest anî û ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ez di çendîn marasonên navdewletî de beşdar bûme û di hemûyan de min pileya yekem bidest anîye. Ev 58 sal e ku ez rahênanê dikim.”



Ekrem Mihemed


Keç:

1- Jîle Rostem

2- Hêlîn Reûf

3- Neşmîl Rehîm

Kur:

1- Ehmed Read

2- Neşwan Mihemed

3- Hesen Elî

Asta Duyem: 10 km

Keç:

1- Rênas Sead

2- Besma Hedrî

3- Nîkî Meleng

Kur:

1- Elî Segvan

2- Husên Ezîz

3- Taha Eta

Asta sêyem: 21 km

1- Mihemed Weysî

2- Elî Ehmed

3- Mihemed Ebdulah


Rêveberê Maratonê Sertîp Elî ji Rûdawê re ragihand: “Ev zêdetirî mehekê ye ku em amadekariyê ji vê marasonê re dikin, ew jî bi alîkariya asayiş, polîs, şaredarî, Parêzgeha Hewlêrê û hemû fermangehên din.”

Sertîp Elî wiha got: “Maraton li cadeya 60 metrî û nav Parka Samî Ebdulrehman yên Hewlêrê birêve diçe û tê de 5 hezar kes ji 28 welatên cîhanê tê de beşdar in. Zêdetirî 120 navbihîwan hatine amadekirin.”





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst