Li Belcîka Grand Prixê pîlotê Ferrariyê Vettel bû yekemîn

27-08-2018
RÛDAW
Nîşan Şampiyonaya Cîhanî ya Formula 1 Grand Prix Ferrari Sebastian Vettel
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Di 13emîn pêşbirka Şampiyonaya Cîhanî ya Formula 1ê de li Belcîka Grand Prixê pîlotê Alman yê tîma Ferrariyê bû yekemîn

 

13emîn misabeqeya sezonê ya Formula 1ê li pîsta Spa-Francorchampsa Belcîkayê li ser 44 turan hat kirin.


Sebastian Vettel ê ku weke 2yemîn dest bi pêşbirkê kir, beriya rikaberê xwe xeta finişû derbas kir û 5emîn şampiyona sezonê û 52yemîn şampiyona jiyana xwe bi dest xist. 


Pîlotê Mercedesê yê Brîtanî Lewis Hamilton bû 2yemîn û Max Verstappenê Hollandî yê taximê Red Bull-TAGê jî bû 3yemîn.


14emîn pêşbirka sezonê Îtalya Grand Prix dê 2yê îlonê bê kirin.


Pîlotên Belcîka Grand Prixê yên 10ê yekem:

1. Sebastian Vettel (Ferrarî)

2. Lewis Hamilton (Mercedes)

3. Max Verstappen (Red Bull-TAG Heuer)

4. Valtteri Bottas (Mercedes)

5. Sergio Perez (Racing Point Force India)

6. Esteban Ocon (Racing Point Force India)

7. Romain Grosjean (Haas-Ferrari) 

8. Kevin Magnussen (Haas-Ferrari)

9. Pierre Gasly (Toro Rosso-Honda)

10. Marcus Ericsson (Sauber)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst