FIFA 2018 – Meksîka li hember Koreya Başûr jî serkeft: 2-1

23-06-2018
RÛDAW
Nîşan Meksîka FIFA 2018 Koreya Başûr
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Di çarçoveya leyîzên Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, di Koma F de Meksîka bi 2 golan li hember Koreya Başûr serkeft û qonaxa pêş misoger kir.

 

Herdu tîmên welatên Meksîka û Koreya Başûr li yarîgeha Rostov Arenayê hatine pêşberî hev.

 

Di xuleka 26ê de şagirtên Juan Carlos Osorioyê penalty qezenc kirin û yarîzanê meksîkî  Carlos Vela golek tomar kir û encam bû 1-0.

 

Di xuleka 66 a beşa duyemîn a yariyê de vê carê Javier Hernandez bi navê din Çîçarîto golek din avêt û encam bû 2-0.

 

Di xuleka 90+3ê de bi navê Koreya Başûr Son Heung-Min golek tomar kir û encama yariyê jî 2-1 xilas bû.

 

Piştî van encaman Meksîka bi 6 xalan derketina qonaxa pêş misoger kir û Koreya Başûr bê xal ma.

 

Îro bi şev di heman komê de dê herdu tîmên Swêd û Almanyayê werin pêşberî hev. Swêd xwediyê 3 xalan e û Almanya hêj bê xal e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst