Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê hat desteserkirin

23-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi û çend kes ji malbata wî hatin desteserkirin.

Îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an tîmên Şubeya Asayîşê ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîsên Amedê di oparasyonekê de ser mala Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi û çend malên xizmên wî de girtin.

Di çarçoveya wê oparasyonê de Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi jî di nav de heft kes hatin desteserkirin.

Heta niha sedema desteserkirina Omer Elaldi û endamên din ên malbata wî nayê zanîn û ew birine Rêveberiya Giştî ya Polîsên Amedê.

Serokê Klûba Amedsporê Selahattin Yildirim jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye: “Wekîlê serokê me Omer Elaldi hatiye desteserkirin. Em vê operasyona ku berî leyistikên play-offê ku 2 roj şûn de li ser rêya şampiyoniyê dest pê dike, qebûl nakin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst