Îşev R. Madrid pêşwazî li B. Munchen dike

23-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî birêve çûna yekemîn lîstika gera berî dawiyê ji şampiyoniya Ewropayê di navbera tîma Atletico Madrid û tîma Chelsea de, îşev lîstika duyem jî birêve diçe.

Duh, 22.04.2014, lîstika A. Madrî û Chelsea ki l user yarîgeha Visente Kalderon birêve çû, bêy gol bidwaî hat û yek alîkirina wê çû heta lîstika vegerê li ser yarîgeha Old Trafford lî Brîtaniya.  


Îşev, 23.04.2014, li yarîgeha Santiago Bernabéu li Spaniyayê tîma Real Madrid pêşwazî li tîma Bayern Munchen a Elmanî dike. 


çavlêrê ye ku lîstikek agirî di navbera R. Madrîd û B. Muncjen birêve biçe, bi taybetî piştî ku tîma Elmanî kopa xula Elmaniyayê bidest xist, herwiha tîma R. Madrid jî kopa şahê Spanya bidest xist.

Heta niha bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin bê gelo wê Kristiano Ronaldo, baştirîn lîstikvanê cîhyanê, beşdarî vê lîstikê bibe yan na.


Lîstika demjimêr 21:45 bi dema Hewlêrê, 18:45 bi dema Ewropayê birêve diçin. 

Berî niha her du tîma 20 caran rûbi tûyê hev bûne, B. Munchen 11 caran serkeftiye û R. Madrid 7 caran û her du lîstikên din bi wekhevî bidawî hatine.

Lîstika vegerê jî dê li yarîgeha Bayern Muchen, Allianz Arena birêve biçe û li gor encamên lîstika çûn û vegerê dê yek ji her du tîman bilîta derbasbûna lîstika dawî bidest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst