Mînîbusa tîma voleybolê ya Colemêrgê wergeriya: 11 birîndar

21-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro Mînîbusa Tîma Voleybolê ya Colemêrgê wergeriya û di encamê de 21 kes birîndar bûn.

Mînîbusa Tîma Voleybolê ya Çalakiyên Werzîşê ya Colemêrgê, îro 21ê Adarê li ser rêya Wan-Elbakê ji rê derket û wergeriya. Di encama bûyerê de şofêr û 10 werzîşvanên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

11 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxanyên navçeyên Elbak, Payîzava û bajarê Wanê hatin veguhestin. Hat ragihandin rewşa hinek birîndaran giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst