Li Amûdê tîmên futbolê ji bo keç û xortan hatin damezirandin

21-02-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûd (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê girîngiyeke taybetî ji bû ciwanên nûhatî tê dayîn û her ku diçe zêdetir dibe û bi taybetî jî di warê werzişê  de.

Piştî ku tîma keçan a futbolê li Amûdê hat damezirandin, niha jî tîma lawên nûhatî jî hatiye damezirandin û bi lîstikek dostane, di navbera herdu tîman de, tîma lawên nûhatî zora tîma keçan bir.

Li bajarê Amûdê, îro tîma keçan a futbolê beramber tîma lawên nûhatî lîstikek dostane dilîzin.

Tîma lawên nûhatî ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Kurd ve hatiye damezirandin û îro yekem lîstika xwe beramber tîma keçan dilîze.

Rahêner Aras Ehmed derbar derbarê vê yekê de wiha got: “Ji zûve li bajarê Amûdê, wek hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê zarokên kurd zarokatiya xwe wek zarokên hemû netewên cîhanê nabînin, ji ber sedemên siyasî û aborî û bargiraniya li ser milê malbatên wan, gellek ji zarokên Amûdê ji gellek hez û xwestekên xwe bêpar dibûn, lê bi avakirina tîmên zarokan û giringîdan bi xwestekên wan, ew geş û kêfxweş dibin.”

Lîstikvanê tîma nûhatiyan Elend Hiso ragihand: “Kesên pispor ên li çalakiyên wiha amade dibin, geşbînin bi pêşeroja van zarokan, û dibînin ku astê fêrkirina wan û hezkirina wan ji vî corê sporê bilind e û heger bi vî awayî bimînin, dê lîstikvanên serkeftî ji wan derkevin.”

cemawer Nasir Husên jî wiha got: “Di nav rûpelên dîroka bajarê Amûdê de, gellek serpêhatiyên dijwar û nexweş bi destên biyanî hatine tomarkirin, lê tiştê ku bi destê xelkê vî bajarî hatiye nivîsandin ewe ku ew dixwazin hertim û bi hemû tiştên xwe li pêşya her kesî bin. Piştî tîma futbollê ya keçan çêbû niha jî ya nûhatiyan çêbû, ew jî dixwazin ku derfet ji wan re vebin û ji derveyî bajarê xwe li gel tîmên din bilîzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst