Fînala Şampiyoneya Ewrûpa ya 2020ê li Wembleyê tê leyîstin

19-09-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Lîstikên fînal û nîvfînalê Şampiyoneya Futbola Ewrûpayê ya 2020ê li paytextê Londonê ya Brîtanyayê dê bên leyîstin.

Serokê UEFAyê Michel Platini li merasima Espace Hippomene ya bajarê Cenevreyê ya Swisrê, 13 dewletên lîstikên Şampiyoneya Ewrûpa ya 2020 lê bên leyîstin eşkere kir.

Platini da zanin ku lîstikên fînal û nîvfînalê li Londonê, 4 lîstikên çaryek fînal û 3 maçên din jî li bajarê Mûnihê ya Almanyayê, bajarê Bakûyê ya Azerbaycanê, bajarê Romayê ya Îtalyayê, bajarê Saint Petersburgê ya Rusyayê dê bên leyîstin.

16 lîstikên dawî yên gruban jî li bajarê Kopenhagê ya Danimarkê, bajarê Bûkrêşê ya Romanyayê, bajarê Amsterdamê ya Hollandayê, bajarê Dublînê yê Komara Îrlanda, bajarê Bilbaoyê ya Îspanyayê, bajarê Budapeştê ya Macaristan, bajarê Brûkselê ya Belçikayê û bajarê Glasgowê ya Îskoçyayê dê bên leyîstin.

Armancayek yên rêvebirên turnûvayê jî lîstik li tribûnan bên temaşekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst