Werzîşvanên kêmendam ên Amedê dixwazin ji kêmendaman re bibin mînak

18-11-2017
RÛDAW
Nîşan Werzîşvan. Kêmendam Amed
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Werzîşvanên Tîma Kêmendaman a Amedê ku di Koma Dyê ya Lîga Basketbolê de dilîzin bi saya basketbolê jiyana xwe rengîn dikin.

 

Di Tîma Kêmendaman a Amedê de yek jê jin 11 werzîşvan hene û dixwazin ji hemû kêmendaman re bibin mînak.


Dahênerê tîmê û serokê klûbê Erol Taş diyar kir di 2 pêşbikên lîstine de carek bi ser ketine û carek jî tîma beramberî wan ew birîne.




Taş diyar kir her çiqas bi derfetên kêm dest bi sezonê kiribin jî zêde hewl didin û wiha got: "Lîga me dijwar e. Em hemû tiştên bi piya tên kirin bi dest û milên xwe dikin. Gelek zor e dema mirov sendelî bigerîne pê re jî gogê biqefêle. Ev karekî zor e."




Taş destnîşan kir hemû astengiyên li ber xwe bi saya sporê derbas dikin û got ji bona hin zor û zehmetiyan jî em li benda alîkariyê ne.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst