Pêşbirka Real Madrid û Atletico Madrid sibê ye

18-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şampîyonên sezona borî yên Îspanyayê Real Madrid û Atletico Madrid bo Kûpa Super dê sibê derbikevin ser qada futbolê.

Di sezona borî de xwediyê Kûpa Qral Real Madrid û şampîyonê ligê Atletico Madrid bo pêşbirka yekemîn ya Kûpa Super li stada Santiago Bernabeu dê bên hemberî hev.

Ji bo germayiya hewaya Madridê pêşbirk li gorî saeta Îspanyayê dê 23.00ê (gorî saeta Iraq û Tirkiyeyê jî 24.00) bê leyîstin.

Antrenorê Real Madridê Carlo Ancelotti di civîna çapemeniye de got, “Li gore min favoriyên pêşbirkê nine.Em hevî dikin bi lîstikeke baş emê ji bo pêşbirka duyemîn gavek pêş bên.”

Antrenorê Atletico Madrid Diego Simeonê jî ragihand ku armancan wan Kûpa Superê bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst