A.Madird bû şampiyona La Liga ya Spaniyayê

17-05-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Tîma Atlitiko Madrîd karî bide pêşiya her du tîmên meizn ên Spaniya û Ewropayê, Barselona û Real Madird û bibe şampiyona La Liga ya Spaniyayê.

Îro, 17.05.2014, tîma Barselona li ser yarîgeha xwe ya bi navê Kamp Nou pêşwazî li tîma A. Madrid kir, di lîstika dawî ji xula La Liga ya Spaniyayê de.

Berî her du tîm bigihin hev, hejmara xalên wan di rêzbedniya La Ligayê de wek hev bûn, her tîmek 88 xalên wê hebûn.

Di nîva yekem a lîstikê de, tîma Barselona karî bi rêya lîstikvanê xwe Aleksîs Sanchez gola yekem tomar bike û bi golekî bê beramber Barselona nîvê yekem ji lîstikê bidawî anî.

Di nîvê dueym de, A. Madrid karî rêzên xwe bêtir rêk bixe û rîtma lîstika xwe bilind bike û bi vê yekê morala lîstikvanên wê bilind bû û karî di xulekên destpêkê yên nîvda duyem de gola wekheviyê li ser Barselona tomar bike.

Êrîşên her du aliyan di lîstikê de berdewam bûn lê gefên lîstikvanên A. Madrid li ser gola Barselona bêtir û metirsîdartir bûn.

Bi encama 1-1 lîstika Barselona û A. Madrid bidawî hat, tevî ku xalên her tîmekê bûn 89 lê li gor yasayên fotbolê li Spaniyayê, di dema wekheviya xalan de encama her du lîstikên çûn û hatinê navbera her du tîman de berçav digirin û tîma ku encama êrînî di çûn û hatinê de bidest xistibe nasnavê bidest dixe.

Li gor wê yasayê A. Madrid karî piştî 18 salan cardin nasnava La Liga ya Spaniya bidest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst