Tîma Birûsk ji ber xirabiya rewşa darayî ji Kûpa Kurdistanê vekişya

10-03-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanên tîma fûtbolê ya Birûsk li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ji ber wernegirtina mûçeyên xwe ketin grevê û neçûn meşqê (antraman).

Rahênerê tîma Birûsk, Dilşad Meirûf, diyar kir ku lîstikvanên tîma wî ji ber ku mûçeyên xwe wernegirtine, îro (10.03.2013) neçûn antramanê.

Dilşad ragihand ku ew beşdarî kûpa Kurdistanê nabin û wiha got: “Ji ber ku rewşa me ya darayî gelekî xirab e.”

Rahênerê tîma Birûsk da zanîn ku tîma wan ji federasyona fûtbola Kudistanê xwastine ku arîşeya tîma wan çareser bike û heta bersiva wan neyê dayîn dê li ser greva xwe berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst