Li Şirnexê paraşûta berpalê

09-05-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Şirnexê piştî demekê dûr û dirêj jê 6 pilot bi giştî 12 kes bi paraşûta berpalê firiyan.


12 endamên Komaleya Werzîşên Sirûştî û Asmanî li gundê Îkîzceya girêdayî Şirnexê bi paraşûtan firiyan.


Serokê Komaleya Werzîşên Sirûştî û Asmanî ya Şirnexê Osman Ograk ragihand ku kesên ku kursa paraşûta berpalê ya ku ji hêla Rêveberiya Bajêr a Werziş û Xizmetên Ciwanan ve tê dayîn xilas kirine wan dest bi firina bi paraşûta berpalê kirine.


Osman Ograk diyar kir ku erdnigariya Şirnexê ji bo paraşûta berpalê guncav e û wiha domand:


“Çiyayên Cudî, Gabar û Nimijê ji bo firinê baş in û fersend heye ku ev der bibin cihê geştiyariyê. Em dixwazin li van herêman bifirin. Dema rewşa vê derê bi timî aram bibe, ez bawerim ku geştiyarên biyanî jî dê berê xwe bidin vê derê. Herwiha en dixwazin di rojên paştir de pêşbirkên paraşûta berpalê jî li dar bixin.”




Ograk amaje bi vê yekê jî kir ku li Şirnexê her diçe eleqeya bi vê werzîşê re zêde dibe û da xuyandin ku ew plan dikin ku li Cudî cihê perwerdeya firinê vekin.


Endamê komeleyê Arif Kadirhan jî anî ziman firîna li asmana li xweşa wî diçe û got: “Ji bo ku ev beşa werzîşê pêş bikeve tişta ku ji destê me were emê bikin.”


Deniz Adir jî ragihand, da ku beşdariya çalakiyên Komaleya Werzîşên Sirûştî û Asmanî ya Şirnexê bike, wî serlêdan kiriye û 2 sal in eleqeya wî bi paraşûta berpalê ve heye.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst