Olympîka Rio 2016 – Merasîma vekirina Olympîkê îro di saet 02:00an de

06-08-2016
RÛDAW
Nîşan Olympîk Rio 2016 Brazîl
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Biryar e îro 6ê Tebaxê li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlê 31mîn gera Olympîkê di saet 02:00 de bi fermî dest pê bike.

 

Olympîka Rio de Janeiro xûla yariyên Olympîka Havînê yên û tîmên werzişî yên 206 welatên cîhanê tê de beşdar dibin.

 

Li seranserî cîhanê 12 hezar û 500 werzişkar tevlî Olympîka Rio de Janeiro dibin.

 

Gera vê carê ya Olympîkê ku li Brazîlê birêve diçe, ji 6ê Tebaxê heta 21ê Tebaxê berdewam dibe û werzişkarên ji 206 welatên cîhanê di 28 warên werzişî de rikeberiyê bo birina medalên Zêr, Zîv û Boronz dikin.

 

Herwiha di olympîka îsal de bo yekemîn car werzişakrên du welatên nû yên cîhanî, Kosovo û Başûrê Sûdanê beşdar dibin.

 

Birêveçûna yariyên Olympîkê li Brazîlê di demekê de ye, ku ew welat ratsî komek ji arîşeyên wek kirîza darayî, pîsbûna jîngeh û belavbûna nexweşiya Zîka hatiye.

 

Ji ber belavbûna nexweşiya xeternak a Zîka, tirs li cem tîmên werzişî û werzişkaran çêbûye.

 

Herwiha Olympîka Rio de Janeiro di demekê de birêve diçe, ku cîhan di warê ewlehî û tenahiyê de, di rewşek xirab de ye û egera gefan li ser yariyên Olympîkê hene. Bi taybet jî piştî girtina 10 kesên ser bi rêxistina DAIŞê ku hatine tohmetbarkirin, plan hebûne ku êrişî Olympîkê bikin.

 

Bo parastina aliyê asayişa Olympîkê Hikûmeta Brazîlê 85 hezar polîs û hêzên artêşê xistiye xizmetê.

 

Di Olympîka îsal de tişta ku herî zêde balkêş bû û bûye rojeva yariyan, dosyaya bikarbirina madeyên enerjîbexş ji aliyê werzişkarên Rûsya ve bû. Ew yek bû sedem ku hejmareke zêde ya werzişakarên rûsî ji yariyên Olympîkê werin bêparkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst