Li Mêrga Botanê xwendekar fêrî kaşûnê tên kirin

02-04-2023
RÛDAW
Li Colemêrgê 5 hezar û 700 xwendekar beşdarî qursa kaşûnê bûn
Li Colemêrgê 5 hezar û 700 xwendekar beşdarî qursa kaşûnê bûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya projeya "Siheteke Xweş Dê Bi Werzîşê Pêk Bê" de îsal 5 hezar û 700 xwendekar fêrî kaşûnê kirin.

Li bajarê Colemêrgê bi armanca zarok bi werzîşê re eleqedar bibin 5 sal berê projeyekê dest pê kir. Bi projeyê gelek zarok bi sporên curbecur re eleqedar bûn û ji wan yek jî kaşûn e.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan jî ji bo perwerdekirina zarokên meraqdar navend e.

Rahênerên di bin banê Navenda Perwerdehiyê ya Gel de dixebitin kaşûnê fêrî zarokan dikin û ji wan kesên bi şiyan in jî tevlî tîma kaşûnê dikin.

Rahênerê kaşûnê Ozal Aydemir dibêje: “Em despêkê kaşûnê bi wan didin naskirin, piştre ev werzîş çawa tê kirin, divê çawa bisekinî, xwe çawa bi şemitînî, giraniya xwe bidî ser çi, leza me divê çawa be, em wan mijarên teknîkî teva fêrî wan dikin. Di dawiya rojê de em dibînin zarok gelek baş kaşûnê dikin.”

Werzîşvanên li bajêr gihîştine heta niha di gelek şampiyoniyan de bi ser ketine û madalya qezenc kirine.

Beşdarî Hayrunisa Aşkan jî got: “Em li vir fêr bûn çawa li ser linga rawestin çawa xwe bi şemitînin, eger em bikevin emê çawa xwe bigrin, fêrker wan teva fêrî me dike.”

Rêvebirê Perwerdehiya Bajêr Bîlal Gur jî got ku ji beşên projeyê yek jê jî spora kaşûnê ye û wan îsal heta niha 5 hezar û 700 xwendekar ji bo hînî kaşûnê bibin perwerde kirin.

Rojane li Navenda Mêrga Botan 100 xwendekar ji navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên wek Gever, Şemzînan, Çelê û Rubarok tên vir û fêrî kaşonê dibin. Heta niha gelek şagirtên ku li vir fêrî vê werzîşê bûyîn û niha di tîmên naskirî yên Tirkiyê de cih digrin jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst