Mirov kengê, çima û çawa xewn dibîne?

31-03-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirraniya me xewnan dibînin, lê piştî xewndîtinê, gellek tiştên veşartî hene ku gellek mirov nizanin. Mînak, kor çi cureyê xewnan dibînin? Mirov di kîjan dema xewê de xewnê dibîne? Xewn çendî dirêj dibe û mirov bêhtir çi cureyê xewnan dibîne?

Xewn çiqas dirêj dike?


Her kes xewnê dibîne, pisporên xewê dibêjin ku mirov şevê du demjimêran bi xewndîtinê derbas dike. Bi giştî xewndîtin ji sedî 20-30ê rêjeya xewê dagir dike, li cem hin kesan ev rêje bêhtir e, digihe zêdeyî du demjimêr di şevekê de.

Amerîkî xewnên şeraniyê dibînin


Bi şêweyekî giştî cureyê xewnan li cem xelkên cîhanê weke hev in, lê ji ber jiyan, asta rewşenbîrî û kulturên cuda, hin kes û hin netew xewnên cuda dibînin. Rêjeya xewndîtina ketina xwarê, herwiha rûniştina li dibistanê cureyên zêde yên xewndîtinê ne. Lêkoleran eşkere kiriye ku Amerîkî bêhtir xewnên şeranî dibînin li gor xelkên welatên din.

Nêr û mê wek hev xewnên sêksî dibînin


Xewndîtina zayendî (sêksî) gellek dubare nabe. Li gor lêkolînan xewndîtina zayendî li cem herdu regezan (nêr û mê), bi yek rêjeyê ye. Pisporê lêkolînê ew yek têbînî dikin ku zayendkirin di xew de bêhtirîn cureyê xewndîtinê ye di warê zayendî de, piştî wê jî maçkirin û romantîzm tê.

Bêhn cureyê xewnê diyarî dike


Hinek lêkoleran li ser çend kesên ku xwe bexşî lêkolînan kirin, derbarî bandora bêhna xweş a gul û bêhna ne xweş a hêkên xerab di dema xewnê de, eşkere kirin ku yên bêhna xweş dikin xewnên xweş dibînin û yên bêhna nexweş dikin xewnên nexweş dibînin.    

Lêkoler dibêjin: bêhn bandoreke xurt li ser cureyên xewndîtinê dike, ji ber wê hesta bêhnkirinê yekser pêwendiyê bi beşeke mejî re ku berpirsê xewndîtinê ye dike.

Xewndîtin girîng e


Tevî wê hin kes dibînin ku xewndîtin tenê encama duyem a xewê ye, lê hinek din ji lêkoleran dibêjin: ji bo rêxistina mizac xewndîtin girîng e û bandoreke wê ya baş li ser bîreweriya mirov heye û çareserkirina ciyawaziya hundirê mirov e, hin caran xewndîtin bandorê li ser biryardanê dike.    

Jin bêhtir kabûsan dibînin

Li gor lêkolînan derman bandora durust li ser hemû damaran dike, ev jî dibe sedemê kabûsan. Mînak dermanê dijî xemokiyê û dermanên hoşber.  

Di lêkolînên derbarê xewndîtnê de eşkere bûye ku jin bêhtir ji mêran kabûsan dibînin, sedemek bi tevahî jî ne xuya ye, lê axaftina jinan bêhtir e ji bo bandora xewndîtinê, yan jî bi rastî kabûsên jinan bêhtir in.

Çawa mirov dikare xewndîtinê kontrol bike?


Tu nikarî cureyê xewnan kontrol bikî, lê hinek tişt hene dikare bike ji bo ku ew bandora baş li ser xewndîtinê hebe. Mînak xewa ji bo maneke baş û bêhnvedaneke baş sedemê xewê, yan sînorkirina vexwarina tiştên alkolîk.  

Jinên avis bêhtir xewnan dibînin


Rêjeya xewnên jinên avis ji xelkên din bêhtir e, herwiha ew hez dikin bêhtir xewnan li ser berê zikê xwe bibînin.

Kor çi cureyê xewnan dibînin?


Lêkolînan eşkere kirine ku ew kesên dema ji dayik dibin û kor in, xewnên koran jî dibînin; wateya wê ye ku di xewn de ew tiştên ku çavsax dibînin ew nabînin. Herwiha ew kesên ku di temenê zarokî de kor dibin, kêm xewnekê ku tiştên wêne tê de hebin dibînin, lê ew kesên ku di temenekî mezin de kor dibin, wek kesên din di xewnan de tiştan dibînin.     

Kengî xewndîtin dest pê dike?


Xewndîtin bi livandina bilez a çav ji bo xewê çêdibe, herwiha di qonaxa piştî wê de jî rû dide, lê lêkolînan eşkere kirine ku çalakiya mejî bêhtir dike, di wê çaxê de çav dikeve xewê. 

Dubarebûna xewnê


Gellek kes di qonaxekê ji jiyana xwe de xewnên dubare dibînin, şareza dibêjin: dibe ku ew xewn girîngtirîn xewnên asayî bin, an jî dibe ku ji bo beşekî jiyanê nîşan bin.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst