Îro Michael Schumacher yê pîlotê Formûla 1 nexweşê herî nasdar yê komaya mejî ye. An ji ber tifaqên giran an sekta dil însan dikevin komayê, an jî bijîjk wan dixin komaya qestî (sûnî).
Zanyarên bûyerê dipirsin, gelo di rastiyê de ew xeweke çawa ye, çiqas kûr e? Û pêve diçin; fêmkirina jiyana hindirû ya nexweşên komayê ji tiştên em dizanin gellekî zêdetir pirralî û tevlîhev e.
Xortekî beriya 12 salan sekta dil derbaskirî, ji hingê ve di komayê de ye û di bin çavdêriyê de bi qaroliyê ve girêdayî ye. Çavên wî vekirî ne, lê li têkiliyê nagerin û fêmkirina ji vokalîzasyona wî ne karê her kesî ye. Tenê li Almanyayê 5 hezar însan di komayê de ne. Ne diyar e ka çendên wan careke din wê bikaribin hişê xwe damezrînin. Ji aliyê din, zanist nasekine; bi metodên nû yên vekolîna mejî, yên deng û pêlên wê dipêvin, hin nasandin pêkan dibin.
Nîşana serwextiya hişdar
Bi rêya elektroenzephalografiyê (EEG) mirov dikare çavdêriya wê potansiyelê bike. Ev weke pêl P 300 tê naskirin. Wateya wê ev e: Mirov piştî 300 milîçirkeyan, bi encama hişyarî/vejînê, di EEG de guhertineke fesîh dibîne. Ew weke nîşaneke hişdarî/serwextiyê tê nirxandin.
Nexweşên komayê bi demê re ji hişyariyê re amade dibin
Heya vêga ne diyar bû ka nexweş zanyariyan/tiştan werdigire/fêm dike an na. Hê jî ne diyar e ku gava mirov wêneyekî nîşanî nexweş dide an tiştekî jê re dixwîne, ka di kurahiya mejî de tiştek dimîne an na. Ji ber ku nexweş bêbertek dimîne. Lê encamên nû rê vedikin ku mirov bikaribe li ser hişyariya mejî bixebite, ji kêmanî ve li ser hin nexweşan.
Lebata xeyalî/çêkirî
Mirov ji nexweş dixwaze ku niçik/seriyên xwe yên rastê (dest û pî) bilebitîne. Hingê li ba hin nexweşan motorên navendên çep bertekê nîşan didin. Bi vê mirov digihijê wê encamê ku herçiqas lebatek tine be jî, ew hişdariyeke xwestinê fêm dikin.
Hin nexweş rewşa xwe ya nû fêm dikin
Ev jî ramaneke bi hezrî ye. Ji nexweşên ku ji derbxwarina mejî êdî baş nebin re dibêjin nexweşên Asta F. Ew bi lênêrîneke dûrûdirêj re rûbirû ne. Hinek ji wan dikarin tiştan ragihînin. Bi çavdêriya bertekên wan, mirov dikare fêm bike ka ew tiştan fêm dikin an na. Tenê bi vê rê mirov dikare nîşan bide ka di mejî di çi dibe.
Eger nexweşê komayê hişyar bibe?
Eger tiştekî wisa bibe, nexweş bêhn bide û bistîne û êdî pêdivî bi çavdêriya întensîv tine be, hingê wî derbasî cihê rehabilîtasyona pêşî dikin. Bi gellek zimanan terapiya psîkolojîk û fîzîkî destpêdike, ku mebest rakirina dorpêçiya mental e.
Eger nexweşek bi vî awayî şiyar bibe, bertekên elektrîkî careke din divejin. Divê mirov ji derve jî wê fonksiyonê han bide.
Lênêrina çalakkirinê
Di vê qonaxê de derman ne pêwîst in. Dimîne metodên bi zanistî hatine piştrastkirin. Ya pêwîst hebûna kesên perwerdekirî ye. Divê di qaroliyê xwe de nexweş bikaribe sporê bike; da ku tevlî komekê bibe, divê xwedî qarolî an jî kursiyê biteker yê taybet be. Divê nexweş bikaribe li ser qaroliyê xwe muzîkê guhdar bike, ew ji wan re dibe sedema kêfxweşî û rihetiyê.
Asta başbûnê
Mînak hene ku ji Asta F hin nexweş ber bi başbûnê ve diçin û ji bêhişiya kûr derdikevin. Çavên wan li têkiliyê digerin, lebatên wan hevûdin digirin. Ev hesta pêşî bi taybetî hêjahî baldarî û gotinê ye. Lê asta başbûnê dibe ku bi salan dom bike. Kengî, çawa û li ba kîjan nexweşî wê ev ast destpêbike, qet nayê zanîn, tevî hemû nasandin û pêşveçûna heya îro jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse