Mîgren bandorê li binyada mejî dike

08-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Ligor lêkolînekê, nexweşiya mîgrenê di binyada mejî de, ango di strûktûr de, guhertinan pêk tîne.
 

Zanyaran bi rêya MRI (tomografî) danînberheva mejiyên kesên saxlem û yên bi nexweşiya mîgrenê çêkirin. Encama vê lêkolîna zanîngeha Kopenhagê di kovara “Neurology“ de hate weşandin.


Di encama vê danberhevê de diyar bû ku ji ber nexweşiya mîgrenê di maddeya spî ya mejî de guhertin pêk tên û ev yek jî dibe sedema pêkhatina lezyonan. Ji ber vê bandorê jî di binyada mejî de guhertin rû didin.

Li gor texmînan, li seranserê dinyayê bi giştî ji sedî 2yê mirovan bi nexweşiya mîgrenê ya kronîk dijîn. Mîgren bandorê li 7% mêran û  18% jinan dike. Digel ku hejmara mirovên bi vê nexweşiyê bilind e û êşa serî ya gellek kesan heta 72 seetan jî dikare bidome, hê jî çareseriyeke maqûl jê re nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst