Hinek kes bo çi berdewam hest bi birçîbûnê dikin?

07-11-2017
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek kes hene bêtir ji kesên din hest bi birçîbûnê dikin û berdewam hez dikin bixun. Pispor dibêjin sedema hertim a hesata birçibûnê ne tenê hinek nexweşî ne herwiha hinek sedemên jiyana rojane jî hene.

 

Sedemên sereke yên birçîbûna berdewam ev in.

 

1 - Kêmxewî

 

Kêmtir ji 6 saetan û xewa ne rêkxistî asta hermona taybet bi birçîbûnê bi rêjeya %30 kêm dike. Navê hermonê jî Kirêlîn e.

 

2 - Werzişa giran û zêde

 

Di dema werzişkirinê de gelek şekir tê şewtandin û dibe enerjî. Ji ber vê yekê laş daxwaza xwarina zêdetir dike bo rêkxistina asta şekir di xwînê de.

 

3 - Fişara derûnî.

 

Fişara derûnî dibe sedema ku hermona Kortîzol di laş de zêde dike. Kortîzol jî hana mirov dide ku gelekî bixwe.

 

4 - Tînî

 

Hinek xelk hene hestê tînî û birçîbûna li wan têkçûye û laşê wan daxwaz şilemeniyê dike û bi rêya xwarinê wê şileyê werdigirin.

 

5 - Vexwarinê alkolê.

 

Vexwarina alkolê hormona kirêlîn zêde dike, weke me behs kir kirêlîn hormona taybet e bi birçîbûnê.

 

6 - Taştê

 

Nexwarina taştê weha dike ku berdewam mirov birçî be û laş jî çavbirçî dibe, xwarinê naşewtîne, depo dike û dibe qelewî.

 

7 - Xwarinên bilez

 

Xwarinên bilez weke petate, cips asta hormona lêptîn kêm dikin. Ew hermon berpirs e ji hestkirin bi têrî.

 

8 - Xirecirî

 

Ew kesên ku jiyana wan pir qerebalix û xirecire, wecbeyên baş û têr û tendirust kêm e. Ji ber wê yekê berdewam hermona lêptîn li cem wan kêm e û hest bi têrî nakin.

 

9 - Xwarina bi qerebalix

 

Hinek kes zehmet e bo wan bi tenê xwarinê bixun, digel hevalên xwe diçine xwaringehekê ku xwarina ne bi dilê xwe dixun, heza wan li xwarineke dine, lê bo xatirê hevalê xwe dixun. Xwarina ne ji dil hesta têrbûnê nade.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst