Her sal 10 hezar nexweş ji bo çareseriyê diçin derveyî Kurdistanê

02-07-2018
Rawa Ebdula
Nîşan Nexweşxane Tenduristî Kompanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî gotina rêveberê kompanyayekî ku nexweşan dişîne derveyî Kurdistanê, ji ber kêmbûna xizmetguzariyên tendirustiyê, bêbaweriya xelkê ya li hember dezgehên tendirustiyê, her sal di navbera 8 heta 10 hezar hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina çareseriya pizîşkî diçin derveyî welat.

 

Her sal hejemareke zêde ya hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê, ji bo wergiertina çareseriya pizîşkî û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê berê xwe didin welatên din.

 

Di destê wezaretê de amar nînin

 

Di destê Wezareta Tendirustî ya Kurdistanê de amarên dirust nînin daku bizanin ka her sal çend nexweş diçin nexweşxaneyên derveyî welat. Lê ew wezaret her sal nêzîkî 400 kesan dişîne welatên din.

 

Rêveberê Giştî yê Diwan û Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir dibêje: “Em her sal hinek nexweşên penceşêrê yên ku çareseriya wan li Kurdistanê nabe, dişînin derve. Hinek nexweşan em ji bo pişkinîn û kontrolê dişînin.”

 

Gelek sedem hene, ku nexweş çûna derveyî welat hildibijêrin. Erzanbûna tedaviya li derve, welatên mîna Tirkiye û Îranê, hebûna derman û rêyên çareseriyê sedemên sereke ne.

 

Hinek kompanya bê destûr nexweşan dibin

 

Wezareta Tendirustî tenê destûr û mohlet daye 6 kompanyayan da ku nexweşan bibin derve. Lê hinek kompanya jî bêyî rênima û destûra wezaretê kar dikin.

 

Dr. Xalis Qadir diyar dike, ku ew kompanyayên li derveyî rênimayan kar dikin gelek nexweşan dibin derve û dibêje: “Ji bilî hatin û çûnê û heqê mayînê, malbatên nexweşan li derveyî welat gelek pare xerc dikin. Dibe ku ev mesref bi giştî bigihe bi milyonan dolaran.”

 

Qadir dide zanîn, ku ji bo pêşxistina xizmetguzariyên tendirustiyê planên wan hene da ku mesrefen tendurustiyê li ser milê hemwelatiyan rake û dayne ser milê hikûmetê. Herwiha destnîşan dike ku divê hikûmet jî di warê hilberînê de sektora tendirustiyê jî han bide.

 

Kompanyaya A&K Global Health kompanyayeke xizmetguzariya pizîşkan û şandina nexweşane ji bo derve, yek ji wan 6 kompanyayan e, ku bi fermî kar dike.

 

Li 16 welatên cîhanê şaxên A&K Global Health hene û ji sala 2013ê ve li Hewlêrê jî şaxê xwe vekiriye.

 

Rêveberê kompanyayê Mumtaz Celîl dide duyakirin: “Sala 2014ê me li gel Wezareta Tendirustî girêbest mor kir. Me wê sale 346 nexweş bire derve. Hersal di navbera 300 heta 500 nexweşî de em dibin. Em piranî nexweşan dibin Hindistanê. Çimku xerca mayînê û çareseriyê li wir erzantir e.”

 

Mumtaz Celîl da zanîn, ku her sal di navbera 8 heta 10 hezar nexweşan berê xwe didin derveyî welat û got, ku xercên wan jî ji 5 hezar dolar destpê dike heta 150 hezar dolaran jî diçe.

 

A&K Global Health beriya şerê DAIŞê bi niyet bû pizîşkan jî ji derveyî welat bîne Kurdistanê lê Celîl dibêje piştî şer ti pizîşkek razî nebûye were Kurdistanê.

 

Hikûmet mesrefekî zêde dike

 

Bi gotina Mumtaz Celîl hikûmeta Kurdistanê ji bo nexweşan gelek mesrefê dike lê ew mesref cihê xwe nagre û dibêje: “Weke mînak hikûmetê di 5 salên derbasbûyî de ji bo çandina mox bo nexweşên talasîmyayê 20 milyon dolar xerc kiriye. Lê hikûmet dikariya bi vî pareyî nexweşxaneyekî çandina mox ava bike.”

 

Serokê Şaxê Hewlêrê yê Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê Dr. Şivan Qadir jî dide xuyakirin, ku gelek kompanya ji bo berjewendî û reklama xwe dilê xelkê li hember nexweşxane û pizîşkên Kurdistanê sar dikin da ku wan bibin derveyî welat. Ji lewra di salên dumahîkê de hejmara nexweşên diçin derveyî welat zêdetir bûye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst