Li Îlamê 65 hiktar zevî ji çandina gihayên dermanî re hatiye terxankirin

02-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Îlam (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 65 hiktar zevî ji çandina gihayên ku derman jê tê çêkrin re hatiye terxankirin lê tenê 15 hiktar hatiye çandin.

Berpirsê navenda çandin û berhemanîna gihayên dermanî li parêzgeha Îlamê, Elî Ferzînejad ragihand, çar salan beriya niha navenda çandin û berhemanîna gihayên dermanî ya Îlamê hatiye avakirin.

Elî Ferzînejad, da zanîn, 65 hiktar zevî ji çandina gihayên dermanî re hatiye terxankirin lê heta niha tenê 15 hiktar hatiye çandin.

Ferzînejad destnîşan kir ku bo fêrkirina çawaniya çandin û dirûtina gihayên dermanî, li bajarê Mêhranê yê parêzgeha Îlamê navendek hatiye vekirin da ku cotkar li wir fêrî vê yekê bibin.

Li gorî agahiyên wî berpirsî, gihayên mîna Nane, Gezgezok, Awêşin, Pûng û gellek gihandin ên ku derman jê tê çêkirin, hatine çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst