Mistefa Goran

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Bexdayê ye.
Mistefa Goran ji 12ê Nîsana 2014an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.

Mistefa Goran

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Bexdayê ye.
Mistefa Goran ji 12ê Nîsana 2014an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.

Jînname

Kursa rahênan û perwerdeya peyamnêriyê li Rûdawê dît. VT û raporan li ser bûyer û mijarên siyasî yên Iraqê amade dike.
Rûmala Mistefa Goran di dema girtineser û êrişa xwepêşanderên Sedrî de li ser hola Parlamentoya Iraqê di roja 30ê Nîsana 2016an de, deng veda û hemû ajans û televizyonên cîhanê dîmenên zindî ji Rûdawê werdigirtin, çimkî Rûdaw tekane dezgeha ragihandinê di hundirê hola civînên parlamentoyê de bi xwepêşanderan re bû.
Rûdaw bû tekane çavkaniya gihandina dîmenên xwepêşandanan û êrişa xwepêşanderan û têkdana kel û pelên di hundirê hola civînên parlamentoyê de û veguhastina daxwaziyên xwepêşanderan.
Di Gulana 2018an de, Mistefa Goran xwepêşandanên şêniyên Besrayê û şewitandina baregehên partiyan û baregeha encûmena parêzgeha Besrayê ji aliyê xwepêşanderan ve rûmal kir. Di wê rûmala Rûdawê de, ji ber veguhastina dîmenên zindî yên şewitandina wêneyên Xamineyî, Qeys Xezelî û Hadî Amirî li pêşberî konsulxaneya Îranê, ji aliyê berpirsên bajêr ve, gef li nûçegihan û tîma Rûdawê hat kirin.
Raporeke Mistefa Goran li ser “Zewaca Muta” ku di 15ê Tîrmeha 2019an de hat weşandin, VTiyeke wî ya din li ser bilindbûna amarên nexweşiya AIDSê li Iraqê di 18ê Tîrmeha 2019an de, di ajans û medyaya Iraqê de deng veda û di gelek rûpel û malperên Iraqê de hat belavkirin û çend aliyan li dijî eşkerekirina rastiyan û belavkirina amarên tirsnak, daxwaza cîbicîkirina tedbîrên yasayî li dijî ofîsa Bexdayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û Mistefa Goran kirin.

 

Ji destpêkirina şerê DAIŞê û heta ragihandina bidawîhatina DAIŞê, Mistefa Goran beşdarî rûmala şer û êrişên DAIŞê li Mexmûr û Giwêrê bû. Herwiha beşdarî rûmala operasyonên Pêşmergeyan ji bo kontrolkirina wan navçeyan û Deşta Neynewayê bû. Herwiha beşdarî rûmala operasyona hêzên Iraqê ji bo kontrolkirina bajarê Mûsilê û bajarokên Hemam Elîl, Geyare, Hemdaniye, Bertile û Şergatê bû.
Mistefa Goran di 1ê Berfanbara 1988an de li bajarokê Xebat li Parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Sala 2012 bawernameya bakaloryosê di beşê rojnamegeriyê yê koleja ragihandinê li Zanîngeha el Iraqiye li Bexdayê wergirt.
Sala 2009 dest bi karê ragihandinê kir. Di kanala Spêde de wek peyamnêr kar kir. Dora du salan di kovara Livîn, rojnameya el Ufuq el Cedîd, rojnameya el Exbar û rojnameya Hewlêra Nû de kar kir.
Zimanê Kurdî û Erebî dizane. Jin aniye û bavê zarokekî ye.