Nalîn Hesen

Nalîn Hesen bêjera nûçeyan li Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Nalîn Hesen

Nalîn Hesen bêjera nûçeyan li Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Jînname

Ji Nîsana 2017an ve li Rûdawê kar dike. Xula rahênana produseriyê dîtiye û rahênana bêjeriya nûçeyan li Rûdawê derbas kiriye.
 
Li Rûdawê di destpêkê de wek produsera Outpûtê dest bi kar kir, paşê bû bêjer û yekemîn derketina wê di Rûdawê de di bultena Rojava de bû. Nalîn girîngiyê dide karê xwe û di demeke kurt de li Rûdawê bi pêş ket.
 
Nalîn Hesen sala 1990 li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdisatnê ji dayik bû. Zewiciye û bakaloryos di endezyariya çandiniyê de li Zanîngeha Firatê wergirtiye. Bi zimanên Kurdî û Erebî dizane.
 
Nalîn sala 2014an ji Rojavayê Kurdistanê hate Başûrê Kurdistanê. Ji wê çaxê ve dest bi karê rojnamevanî kir û wek produser û pêşkêşkar di çend radyo û televizyonên Kurdî de kar kir.
 
Nalîn Hesen ji xwendina pirtûkan hez dike.