Dr. Aras Biradostî

Pêşkêşkarê programa (Norîn) û bultena tendirustî û serperiştê proje û berhemên medyayî yên tendirustî yên Rûdawê ye.

Dr. Aras Biradostî

Pêşkêşkarê programa (Norîn) û bultena tendirustî û serperiştê proje û berhemên medyayî yên tendirustî yên Rûdawê ye.

Jînname

 
Dr. Aras bûye stêrkeke Tora Medyayî ya Rûdawê di warê tendirustî de. Program û berhemên wî bandoreke pir mezin li ser bilindkirina hişyariya tendirustî di civaka Kurdistanê de kirin.
 
Ji sala 2012an ve li Rûdawê kar dike. Di 2012-2013an de, xula dirêj a rahênana rojnamevanî û pêşkêşkarî li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dît. Ligel destpêka weşana Rûdawê di 29ê Gulana 2013an de û heta niha berpirsê dêska tendirustî ya Rûdawê ye.
 
Xwediyê hizr û serperiştê projeya antîtobako ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Antîtobako kampîneke salane ye,di 31ê Gulana her salekê de tê ragihandin ji bo handana xelkê li ser dûrketina ji cixare û nargîlekişandinê. Di sala yekem û duyem de, bêtirî 12 hezar kes ji her çar parçeyên Kurdistanê û welatên din tê de beşdar bûn û dev ji kişandina cixareyê berdan.Sala sêyem di dema du hefteyên yekem de, bêtirî 7 hezar kesan navê xwe tomar kir. Serokê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li ser vê projeyê ragihand: Bedewtirîn hizr e ku min di 30 salên borî yên karkirina xwe di rêxistinê de li cîhanê dîtibe.
 
Xwediyê hizr û serperiştê projeya kêşbirkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku programeke rikeberiya tendirustî ye ji bo damezrandina giraniyê û rêkxistina stîla jiyanê, niha amadekarî ji bo programê tên kirin.
 
Xwediyê raman û serperiştê projeya Derman Dîkto ye, ku projeyeke hevbeş di navbera Tora Medyayî ya Rûdawê û Dezgeha Kalîteya Kontrola Derman a Herêma Kurdistanê de ye. Armanca vê projeyê Kurdîkirina zanyariyên zanistî yên derman e. Pêngava yekem a projeyê ji aplîkêşinekê pêk tê ku hemû zanyariyên pêwist derbarê dermanên ruxsetkirî yên Kurdistanê tê de ne.
 
Xwediyê raman û serperiştê projeya Doktor Online ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye.Bêtirî 70 doktorên Kurd ên pispor di 14 pisporiyên cuda de li seranserê cîhanê tê de beşdar in û bersiva pirsên hevwelatiyan di dema 24 saetan de didin.

 
Pêşkêşkarê programa Hetwan bû li Rûdawê, ku şeş mehan berdewam bû û bi hevbeşî ligel Dr. Lona Qeredaxî pêşkêş dikir. Piştre bi awa û naverokeke cihêreng dest bi pêşkêşkirina programa Norînê kir. Ji sala 2014an ve, ew bi xwe pêşkêşkar û produserê programa Norîn e.
 
Norîn programeke heftane ye, di nava şeş salên borî de, 250 xelek jê hatin pêşkêşkirin. Norîn di sê qonaxên cuda yên konsept û naverokê de derbas bûye. Her hefteyekê bi awayekî hûr û zanistî girîngiyê dide mijarekê. Programa tendirustî ya herî zêde tê temaşekirin e di medyaya Kurdî de. Norîn yek ji programên herî serkeftî yên Rûdawê ye û di sosyalmedyaya Rûdawê de xwediya hejmara rekord a temaşevanan e, ku di hefteyekê de bêtirî 2 milyon û 500 hezar caran hatiye dîtin.
 
Pêşkêşkarê programa (Remezandirustî) ye ku programeke tendirustî ya giştî ye û di meha Remzanê de tê pêşkêşkirin. Ev bername di sala xwe ya duyem de bû bernameya herî zêde tê temaşekirin di medyaya Kurdî de di Remezanê de. Sala 2019, di nava meha Remezanê de tenê di sosyalmedyaya Rûdawê de bêtirî 21 milyon caran hatiye dîtin.
Bêjer û produserê nûçeyên tendirustî yên Rûdawê bû ji yekem roja weşana Rûdawê ve. Heta niha jî di karê bêjeriyê de berdewam e. Girîngtirîn roj û helkeftên cîhanî yên tendirustî rûmal kiriye.
 
Berpirsê Dêska Tendirustî ya Rûdawê ye. Berhemên vê dêskê ji bilî programa Norîn, nûçeyên tendirustî yên rojane ne ku di medyaya Kurdî de tenê Rûdaw xwediya bultena tendirustî ye. Rûpela tendirustî di rojname, malper û sosyalmedyaya Rûdawê de çavkaniya tendirustî ya herî zêde tê xwendin û cihê baweriyê ye di medyaya Kurdî de. Dr. Aras serperiştiya giştî ya hemû berhemên tendirustî yên Tora Medyayî ya Rûdawê dike.
 
Aras Necmedîn Ebdilxefûr (Dr. Aras Biradostî), sala 1987 li Soran ji dayik bû. Sala 2011 koleja pizîşkî ya Zanîngeha Hewlêrê ya Pizîşkî xilas kir. Fîzyolojiya Mejî li Zanîngeha Tufts a Amerîkayê di 2011-2012an de xwend. Sala 2014 fîzyolojiya klînîkî li Zanîngeha Uppsala ya Swêdê xwend.
 
Sala 2010 wek edndamê daîmî yê peymangeha serkirdatiya cîhanî li Boston li Amerîkayê hat hilbijartin. Endamê desteya damezrêneran û yekem serokê rêxistina IFMSA li Kurdistanê bû. Dora du salan serokê rêxistina pizîşkên niştecî yên Hewlêrê bû. Serokê (Grûpa Parêz ji bo erk û mafên nexweş) bû. Endamê desteya nivîskarên kovarên Tîmar û Hetwan bû.
 
Dr. Aras Biradostî di yekemînm merasîma hilbijartina doktorê salê de, ji ber rola wî di bilindkirina asta hişyariya tendirustî ya şêniyên Kurdistanê de, ji aliyê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî û Rêxistina Jiyana Tendirustî, mîna doktorê sala 2016 li Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
 
Sala 2019 wek serokê yekemîn lûtkeya tendirustî ya Kurdistanê  hate destnîşankirin. Lûtke bi beşdariya nûnerên 13 welatên cîhanê û zêdetirî 600 pizîşk û karmendên tendirustî li bajarê Hewlêrê hate sazkirin. Encama lûtkeyê danîna nexşerêya bihêzkirina kerta tendirustî ya Herêma Kurdistanê bû.
 
Roleke wî ya mezin di karê xêrxwazî de heye. Bi rêya pêwendiyên xwe beşdarî çend projeyên xêrxwazî bûye, wek dabînkirina dermanê nexweşiyên demdirêj ji koçber û penaberên kampan re li Başûrê Kurdistanê. Rizgarkirina jiyana çend zarokan bi dabînkirina çareseriyên pizîşkî yên lezgîn ji wan re.
 
Xwediyê raman û serperiştê projeya şiyansaziya pizîşkî ye ku projeyeke hevbeş e navbera hikûmeta Almanyaya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê. Armanca projeyê peydakirina derfetê ye ji bo pizîşkên Kurdistanê da ku xwendina bilind a pizîşkî li Almanyayê xilas bikin.
 
Bi hevbeşî ligel serokê zanîngeha (La Sapyantsa) ya Îtalî, serokê Komeleya Dostaniya Kurdistanî Îtalî ye.
Girîngiyeke mezin dide awayê jiyana tendirust. Heftane pênc rojan werzişê dike. Ji futbolê hez dike. Handerê Yaneya Barselona û Tîma Îtalyayê ye.
Lîstikvanê futbolê di nûhatiyên yaneyên Aso û Hewlêrê de bû. Paşê ji aliyê Yekîtiya Navbijvanên Iraq û Kurdistanê piştî çend testên fizîkî û zanistî wek nabijvanê pileya sêyem a Iraqê hat hilbijartin. Piştre ji bo pileya duyem hate bilindkirin, lê ji ber guhdana wî bi xwendina pizîşkî dev ji navbijvaniyê berda.
Bi zimanên Erebî, Ingilîzî û Îtalî dizane û hê jin neaniye.