Şîfa Gerdî


Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê bû.
Şîfa Gerdî ji destpêka amadekariyên weşana Tora Medyayî ya Rûdawê û ji sala 2012an ve li Rûdawê dest bi kar kir. Xula rahênanê ya karê rojnamevanî û pêşkêşkariyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dît.
 

Şîfa Gerdî


Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê bû.
Şîfa Gerdî ji destpêka amadekariyên weşana Tora Medyayî ya Rûdawê û ji sala 2012an ve li Rûdawê dest bi kar kir. Xula rahênanê ya karê rojnamevanî û pêşkêşkariyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dît.
 

Jînname


Di saet 5ê êvara roja 29ê Gulana 2013an de, weşana Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê Şîfa Gerdî û Şaho Emîn ve dest pê kir. Şîfa Gerdî yekemîn hevoka xwe ya navdar wê çaxê bi lêv kir: “Ji welatê roj û agir, di roja çarşemê de, em dest bi weşana Rûdawê dikin.”
Li Rûdawê, Şîfa Gerdî roj li pey rojê bi pêş diket û bû yek ji stêrkên herî navdar ên Rûdawê. Dilgermî û dilsoziyeke zêde ya Şîfa Gerdî di dema amadekarî û weşana Rûdawê de hebû. Lewma jî bi berdewamî rêveberiya Rûdawê pêşkêşkirina demên televizyonî yên girîng û encamdana rûmalên girîng jî dispart wê.
Şîfa gelek bûyerên girîng ên her çar parçeyên Kurdistanê rûmal kirin. Wek hilbijartinên Tirkiyê, hilbijartina encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, xwepêşandanên Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê, şerê berevaniya şervan û pêşmergeyan li Kobanê û şerê kontrolkirina Şingalê.
Herwiha demekê pêşkêşkara Nûrojê bû, pêşkêşkara Paşîvê bû di meha Remezanê ya salên 2014 û 2015 û 2016an de.
Ji ber dilsoziya wê li Rûdawê û berpirsiyariya wê li hember hevkarên wê, di sala 2016an de di dema cih guhertina çend rêveberên Tora Medyayî ya Rûdawê de, wek Rêvebera Outpûta Rûdawê hate destnîşankirin. Di heman demê de pêşkêşkara bulteneke nûçeyan bû. Herwiha ligel her demsaleke nû ya Rûdawê, meraqa wê ya pêşkêşkirina karekî nû hebû, ku yê herî dawî pêşkêşkirina programa (Focus Mûsil) li ser operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê bû. Paşê Şîfa xwest beşekî programê bi awayekî meydanî tomar bike.
 


Di encamê de jî, di dema tomarkirina beşekî wê programê de, di demjimêr 03:38ê êvara 25ê Sibata 2017an de, di encama teqîna mîneke vedayî ya DAIŞê li ser Çala Xesfeyê, ku cihê komkujî û tawankariyeke DAIŞê bû, Şîfa jiyana xwe ji dest da.
Dengvedaneke pir berfireh a şehîdbûna Şîfa Gerdî li Kurdistan û cîhanê hebû. Di rojên pêşî yên şehîdbûna wê de, 270 rûpelên nivîskî li ser wê di internetê de hebûn.
Rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê di çilrojiya şehîdbûna wê de, biryara xelata salane ya Şîfa Gerdî ragihand, ku salane dibe para rojnamevaneke jin li cîhanê, ku karên hêja di rewşeke dijwar de encam dabin.
Roja 25ê Sibata 2018an Xelata Şîfa Gerdî bi amadebûna çend kesayetî û rojnamevanên cîhanî û beşdariya Serokê Berê yê Fransayê François Hollande gihişte Cînan Mûsa.
Şîfa Gerdî destpêka sala 1987an li kampa Zêwe li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2014an, beşê ragihandinê li koleja edebiyatê ya Zanîngeha Selahedînê xilas kir.
Berî Rûdawê, Şîfa Gerdî di ragihandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û rojnameya Hilbijartinê de kar kir. Sala 2007an Şîfa bû bêjera radyoya Zagrosê û paşê jî li kanala Zagrosê bû bêjera nûçeyan.