Galeriya wêneyan

21-12-2016
12 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Li Qahvexaneya Kultûrî ya bajarê Silêmaniyê, bi boneya Şeva Yelda çend çalakiyeke çandî hatine sazkirin.


Şeva Yelda weke şeva destpêka zivistanê û dawiya payîzê tê naskirin, di heman demê de şeva herî dirêj e.


Li gorî lêkolînan peyva “Yelda” bi zimanê suryaniyan tê wateya ji nû ve ji dayikbûnê. Dîroknas dibêjin Zerdûştiyan giringiyeke taybet dane vê şevê, di wê baweriyê de bûne ku piştî vê şevê rojê serweriya xwe ya li hember şevê bidest xistiye. Lewma weke “serkeftina ronahiyê” dibînin.


Yek ji baweriyan ew e, ku dibêjin, eger şeva yeldayê berf an jî baran bibare, ew sal bi bereket dibe.


Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, weke nerîtekî vê rojê sofre tên danîn 3u şemamk tên hilkirin.